Mal  -  CIWAN
alakiyn pitgiriy pekiya zanngehan
Dem : 2012.11.02  18:29:13
Ji bo pitgiriya berxwedana li zindanan xemsariya hukmeta AKP' ji Zanngehn Tirkiy j deng slogan alakiyan bilind dibin.

Li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn a Enqerê xwendekarên Kurd û çepgir, ji bo pitgirî bide berxwedana li zindanan ji kampusê heta ber fitloneka Yuzuncuyilê meek lidar xist.

Li ser navê xwendekaran Derya Koca daxûyaniyek da û banga xwedîderketina li berxwedana girtiyan û bilindkirina têkoînê kir.

Pitî daxûyaniyê xwendekaran li Kampusê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kir.

Li Zanîngeha Teknîk a Stenbolê-ÎTU'yê jî, xwendekarên endamên DYG'ê li ber pirtûkxaneya Mustafa Kemal a li kampûsa zanîngehê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Xwendekarên Zanîngeha Akdenizê yên li Antalyayê jî, bi daxûyaniyek girseyî pigtiriya xwe ya ji bo berxwedana li zidanan ekere kirin.

Pitî daxûyaniyê, çalakgeran bi skêç û xwepêandanên çandî jî bal kiandin ser berxwedanê.

Li Zanîngeha Mêrsînê jî bi sedana xwendekarî bi armanca pitgiriya berxwedana li zindanan, ji ber Fakulteya Fen-Edebiyatê heta ber fakulteya Zanistiya Teknîkê bi slogonan meiyan.

Pitî meê xwendekaran li ser rêya Zanîngeyê çalakiya rûnitinê lidar xist.

Çalakiya xwendekaran li Meydana Cumhuriyetê bi daxûyaniya çapemeniyê bi dawî bû.

Li Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê jî xwendekar di nava çalakiyan de bûn.

Xwendekaran li avahiya Komeleya xwendekaran MKU-DER'ê li ber pankarta "Em berxwedana li zindanan silav dikin" dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Çalakî wê 6 rojan dewam bike.

616 car hate xwendin
Parve Bike  
CIWAN