LI AMED, COLEMÊRG, BATMAN Û ÎZMÎRÊ XWENDEKAR ÎRO JÎ LI QADAN BÛN
Çalakiyên xwendekeran, ku li Amedê bi rojane tên lidarxistin îro jî dewam kirin.
Xwendekarên Lîseya Dîyarbekir a li navçeya Yeniþehirê îro li þûna polên dersan, li ber hewþa dibistanê hatin cem hev, pêþî rê li çûyîn û hatinê girtin û piþtre ber bi kolana Îstasyonê dest bi meþê kirin.
Ji ber êrîþa polêsan, di navbera wan û xwendekaran de pevçûn derket û demeke dirêj dewam kir.
Li Batmanê jî, xwendekarên fakulteya piþeyî ya Kozlûkê ya, bi armanca piþgiriya berxwedêrên zindanan meþek lidar xist.
Piþtî meþê daxûyaniyek çapemeniyê hat dayîn û banga bicihanîna daxwazên girtiyan hate kirin.
Li navçeya Colemêrgê Geverê jî xwendekarên dibistanan seretayî û yên Liseyê îro çalakiyeke girseyî lidar xistin.
Xwendekar li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û xwestin ber bi girtîgeha kevin ve bimeþin, lê polêsên tirk li ber otêla Osloyê rêya wan birrî û êrîþ kirin.
Bombeyên gazê yên polêsan bê ser û ber avêtin, camên gelek wesayît û kargehên li derdorê þikandin.
Þerê di navbera polês û xwendekaran de dest pê kir li kolanên gelek taxan heta êvarê dewam kirin.
Xwendakarên Zanîngeha Dokuz Eylulê ya Îzmîrê jî di nava çalakiyê de bûn..
Xwendekarên li ber avahiya zanîngehê hatin cem hev, ji bo piþtgiriya bi girtiyan re bê navber slogan gotin û xwestin kesên xwedî wicdan tevlî berxewdana girtiyan bibin...