Mal  -  CIWAN
4.Kongreya Komaln Ciwan
Dem : 2012.11.15  18:28:31
Rxistina Ciwann Kurd Komaln Ciwan 4. kongreya xwe li heremn parastina medyay de lidar xist.

DI 23-26Ê COTMEHÊ DE HAT LIDARXISTIN
Rêxistina Ciwanên Kurd Komalên Ciwan 4. kongreya xwe di navbera 23-26'ê cotmehê de lidar xist.

Kongreya ku têde ji hemû beên kurdistanê û ji derveyê welêt, 60 delege amade bûn, endamê konseya rêveber a KCKê Duran Kalkan, Mustafa Karasû, Ronahî Serhed, Dr. Jiyan û nûnerên KJBê û YJA'yê jî bedar bûn.  

Kongreyê pitî hilbijartina dîwanê, bi axaftina endamê Konseya Rêveber a KCKê Duran Kalkan destpê kir.  

Kalkan rojeva siyasî ya li çar beên Kurdistanê nirxand û anî ziman ku PKK tevgereke ciwanan e.

Pitî axaftina vekirinê ya Dûran Kalkan, peyama Konseya Rêveber a KCKê ya ku ji bo kongre andibû hat xwendin.

Di kongreyê de delegeyan li ser pêvajoya siyasî nirxandin kirin, û kêmasiyên di warê pêngava hemleyî de derketine holê, hatin rexnekirin..

3. roja Kongreyê de pênûmeya biryaran jî hat nirxandin û 9 xalên wê weke biryar hatin desnîankirin.

Kongreya ku bi iyara "me bi rêber Apo destpêkir, emê bi Rêber Apo serbikevin' di exsê Baz MORDEM, Mahsûm, Çekdar AMED, Haki YAR, Bahoz SINE, Rustem CÛDÎ, Elîêr KOÇGRÎ, Çîçek Botan û Yerivan de ji bo hemû oregerên di tekoîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hat diyarîkirin.

Axaftina girtina kongre ji aliyê endama konseya rêveber a KCKê Ronahî Serhat ve hat kirin.

Serhat got: "Çawa ku vîna dijmin li qadên gerîlayan hat ikandin, bi heman awayî li hemû bajar û taxên kurdistanê ikandina hêza dijmin erkeke komalên ciwane. Divê ev kongre bibe kongreya bicihanîna biryaran û pratîzekirina gotinan."

Kongreya ku 4 rojan dewam kir, bi coeke mezin û sloganan bidawî bû.

920 car hate xwendin
Parve Bike  
CIWAN