Mal  -  CIWAN
4.Konferansa komeln ciwan a Mexmr
Dem : 2012.12.01  19:30:40
Di konferans de ciwanan azadiya Rber Gel Kurd Abdullah Ocalan kirin navenda hem xebatn xwe der bar pvajoy de biryarn girng girtin...

Konferans bi tevlîbûna 200 delegeyî û bi slogana 'Me bi Rêbertiyê destpê kir emê bi Rêbertiyê bi serkevin' heta doh heta derengiya evê dewam kir.

Paê rêveberiya nû ya 5 jê jin ji 11 kesan pêk tê, ya rêxistina Komelên Ciwan a Mexmûrê hate diyarkirin..

Di encama konferansê de ciwanan ev biryarên girîng girtin;

-Komelên Ciwan Azadiya Rêber Apo, ji bo azadiya Kurdistan nebe nabe dibîne, ji bo ert û mercên esaretê ji holê rabin, bi her awayî têkoînê dike navenda xebatên xwe.

-Li hemberî her cure êrîên li ser jiyan, azadî û tenduristiya Rêber Apo, wek milîtanên ciwan ê Apoyî bi ruhê fedayî yê Apoyî li ser xeta parastina rewa, bi  çalakiyên ku bi dijmin gav pade bide avêtin bersiv dide…

-Pêengiya hemû çalakiyên li wargehê bêne çêkirin dike.

-Her komîteyek li gorî kar û xebatên xwe komunan ava dike.

-Xwendekar li hemû qadên xebat tên kirin, xwe bi rêxistin dike.

-Li her cihên xwendekar lê dimînin komunan ava dike…

Di konferansê de her wiha têkildarî xebatên perwerdeyî, ciwanan, parastina rewa û çapemeniyê de biryar hatin girtin.

Endamê Koordînasyona Komelên Ciwan axaftina girtina konferansê kir û li ser berpirsiyariyên ciwanan rawestiya.

Konferans bi sloganên dilsoziya bi Ocalan re bi dawî bû.

977 car hate xwendin
Parve Bike  
CIWAN