Mal  -  CIWAN
Ciwann Rojava xwe ji bo xwepandaneke mezin amade dikin
Dem : 2013.01.01  19:32:40
Ciwann Kurd yn li Rojavay Kurdistan pengiay ore dikin, xwe ji bo alakiyeke mezin amade dikin.

Komîteya amadekar a çalakiya bi navê "Jivana 100 Hezarî" ango hevdîtina sedhezaran derbarê biryara xwe de daxuyaniyek da raya gitî.

Di daxuyaniyê de weha  tê gotin:

"Di vê pêvajoya dîrokî de ku gelê me têre derbas dibe, ji bo bidestxistina mafê azadî û jiyana bi rûmet, divê beriya her titî biratiya gelan pêk were û li hemberî hemû hewldanên êrîkar hêza parastina rewa were xurtkirin."

Rêxistin û tevgerên ciwanên Kurd diyar kirin ku ji bo serkeftina têkoîna me divê li hemberî hewldanên ambargo û dorpêçkirinê rihê berxwedanê were bihêzkirin û weha dewam dikin:

Em weke rêxistin û tevgerên ciwanên Kurd binavê 'Jivana 100 Hezar' pêvajoya xwepêandanan ya 3 rojan radighînin. Xwepêandanên me wê bi sloganên Biratiya Gelan, Desteya Bilind Nûnerê me ye, YPG hêza me ya parastina rewa ye û ikandina Ambargoyê werin lidarxistin..

Daxuyaniya komîteya amadekar ya xwepêandanan bi vê bangê bidawî dibe:

"Bi van daxwaz û armancan, em bang li gelê xwe, hemû ciwanên Kurd yên welatparêz, tevger, rêxistin û kordînasyonan dikin da ku bi awayekî çalak û girseyî bedarî xwepêandanên me bibin. Pêvajoya me ya çalakiyan ku wê roja Çaremê destpê bike wê roja Înê li taxa Enteriyê bi xwepêandaneke girseyî ya li ber mizgefta Selman Farsî bi encam bibe."

583 car hate xwendin
Parve Bike  
CIWAN