Mal  -  CIWAN
Amadekariyn Konferansa netew ya ciwanan
Dem : 2013.02.23  18:20:00
Di navbera 16 17 adara 2010'an de konferansa yekemn a netew ya ciwann kurd li Amed hatib lidarxistin. Konferansa duyemn j di navbera 15 17 adara 2012'an li bar Kurdistan Hewlr pk hatib.

AMADEKARIYÊN SÊYEMÎN KONFERANSA NETEWÎ YA CIWANAN
CIWANÊN KURD ÎSAL JÎ WÊ LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BICIVIN

Ciwanên Kurd xwe ji bo Konferansa Netewî amade dikin.


Di navbera 16 û 17ê adara 2010'an de konferansa yekemîn a netewî ya ciwanên kurd li Amedê hatibû lidarxistin. Konferansa duyemîn jî di navbera 15 û 17ê adara 2012'an li baûrê Kurdistanê Hewlêrê pêk hatibû.

Niha jî ciwanên kurd xwe ji bo sêyemîn konferansa netewî amade dikin.

Ji bo Konferansa îsal jî amadekarî tên kirin û li gorî plansaziyê wê di navbera 12 û 16'ê adarê de li Rojavayê Kurdistanê were lidarxistin.

Ji bo amadekariyên konferansê îro li baûrê Kurdistanê hewlêrê bi tevlîbûna gelek ciwanan semînerek pê hat.

Di semînerê de behsa pêketinên li Rojava û Baûr hate kirin.

Endamê Komîteya Amadekar Hemza Qamilo di semînerê de axivî û got ew li baûrê Kurdistanê xebatên ji bo konferansê didomînin û ew ê konferansa xwe bi dirûmeya li Rojavayê Kurdistanê kombûna sed hezar ciwanî pêk bînin.

Endama komîteya Amadekar Jiyan Koçer jî ji kamerayên DÎHAyê re axivî û got 12ê adarê komkujiya Qamiloyê û 16ê adarê jî komkujiya Helebçê ye. Ji ber vê yekê ew ê jî konferansa xwe di navbera wê demê de li dar bixin. Koçer got ew li bajarên wekî Qamilo, Amûdê û Dêrikê amadekariyên konferansê dikin û ew ê ji van her sê bajaran li bajarekî konferansa xwe pêk bînin.

Koçer herî dawî jî bang li ciwanên kurd kir ku xwedî li orea Rojavayê Kurdistanê derkevin.

566 car hate xwendin
Parve Bike  
CIWAN