Mal  -  CIWAN
KON-KURD Konferansa ciwanan organze dike
Dem : 2013.04.18  13:11:33
Ciwann Kurd yn li Ewropay, li ser bingeh pvajoya areseriya demokratk, di konferansek de tn cem hev.

LI EWRÛPAYÊ XEBATÊN RÊXISTINKIRINÊ
KON-KURD KONFERANSA CIWANAN ORGANÎZE DIKE

Ciwanên Kurd yên li Ewropayê, li ser bingehê pêvajoya çareseriya demokratîk, di konferansekî de tên cem hev.

Konferans ji aliyê Konfederasyona Komeleyên Kurd yên li Ewropayê-KON-KURD'ê ve 27 û 28'ê Nîsanê tê organîzekirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê KON-KURD'ê ve dayîn, Konferansa bi ser navê 'Ciwanên Kurd yên li Ewrûpayê pêvajoya çareseriya demokratîk nîqa dikin' tê lidarxistin.

Konferans wê di navbera 27 û 28'ê Nîsanê de li bajarê Elmanyayê Troisdorfê bê lidarxistin.

Di konferansê de, mijarên sereke wê pêvajoya çareseriya demokratîk, cihê ciwanên Kurd ên li Ewropayê û  xwe-rêxistinkirin be.

Herwiha wê bi taybetî jî li ser tespîtkirina pirsgirêk û pêwîstiyên ciwanên Kurd ên li Ewropayê yên weke civakî, perwerde, çand, spor û whd nîqa bên kirin.

LI EWRÛPAYÊ KONFERANSA CIWANAN
DI NAVA 2 ROJAN DE WÊ 4 PANEL WERIN LIDARXISTIN

Li ser van mijaran û rojevê wê di konferansa 2 rojan de 4 panele werin li darxistin.

Roja yekemîn panela bi navê 'Li Kurdistanê rewa dawî ya siyasî', panela duyemîn jî wê bi mijara 'orea siyasî û civakî ya li Rojavayê Kurdistanê' pêk werin.

Di roja duyemîn de jî wê panelên bi navê 'Ciwanên Kurd yên li Ewropayê' û dîsa panêlek der barê çareseriyê de û li ser vê mijarê fikir û pêniyarên ciwanan bên lidarxistin.

KON-KURD'ê bang li ciwanên Kurd yên li Ewropayê û Kurdistanê kir, da ku, tevlî vê konferansê bibin.

692 car hate xwendin
Parve Bike  
CIWAN