Mal  -  ROJANE
Xebatn Azadiya Ocalan
Dem : 2013.04.30  19:23:22
Li bar kurdistan bajar Hewlr ji bo azadiya Ocalan kampanya 1 milyon mze hat destpkirin. Pengiya Kampanyay Tevgera hemwelatiyn azad dike.


XEBATÊN AZADIYA OCALAN
LI HEWLÊRÊ KAMPANYA ÎMZEYAN A JI OCALAN RE AZADÎ DESTPÊ KIR

Li baûrê kurdistanê bajarê Hewlêrê ji bo azadiya Ocalan kampanya 1 milyon îmze hat destpêkirin.

Pêengiya Kampanyayê Tevgera hemwelatiyên azad dike.

Li Paytexta Awusturya Viyanayê jî ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin.

Li baûrê kurdistanê di pêeniya tevgera hemwelatiyên azad de ji bo azadiya rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan kampanya îmzeyan hat destpêkirin.

Her wiha PÇDK, RJAK û tevgera ciwanên welatparêz jî tevlî kampanyayê dibin.

Komîteya Kampanyayê derbarê mijarê de li parka ar ya Hewlêrê bi daxuyaniyekê starta kampanyayê da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, weke tevgera hemwelatiyên azad, ji bo azadiya Ocalan kampanya yek mîlyon îmze didin destpêkirin û banga tevlîbûna kampanyayê li gelê kurd hat kirin.

LI PAYTEXTA AWUSTURYA VIYANA ÎMZE HATIN KOMKIRIN

Li paytexta Awusturya Viyana jî di pêengiya komeleya jinan Avesta de, ji bo azadiya Ocalan standa îmzeyan hat danîn.

Zêdeyî 500 îmze hatin komkirin.

Li ser biryara meclisa gel a Viyanayê wê her hefte roja emiyê Standa Îmzeyan were danîn.

 Ji bo pêngava Rizgariya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ji her bea civakê pitgirî heye..

Li Bêgirê ji bo atiyê kampanya îmzeyan hate destpêkirin û li Wan, Qers û Qoserê jî civînên gel hatin lidarxistin.


PÊNGAVA RIZGARIYA DEMOKRATÎK
LI BÊGIRÊ JI KAMPANYA ÎMZEYAN ELEQEYA ZÊDE

Li navçeya Wanê Bêgirê rêxistina Kongreya Demokratîk a Gelan ji bo atiyê kampanya îmzeyan dabû destpêkirin û li gelek deveran dezgehên îmzeyan hatin danîn..

Bêgirî ji bo kampanya îmzeyan eleqeyeke zêde nîan didin û rêxistina HDKê jî diyar kir, ku ewê îmzeyên bêne berhevkirin ji meclîsê re biînin.

Kampanya îmzeyan wê 3 rojan dewam bike..

LI WAN, QERS Û QOSERÊ CIVÎNÊN GEL HATIN LIDARXISTIN

Rêxistinên BDPê yên bajêr û navçeyan jî pêvajoyê bi gel re dinirxînin..

Rêxistina BDPa Wanê jî li Komeleya Çand û Hunerê ya Nûda civîneke gel lidarxist..

Tevî Alîkarê Hevserokên BDPê Ayhan Karabulut û rêveberên BDPê, gelek kes tevlî civînê bûn

Rêxistina BDPê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li Qoserê civîna gel li dar xist.

Rêxistina BDPê ya Qersê jî bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyî civînek li dar xist.

Serokê BDPa Bajêr erafettîn Îldîrîm diyar kir, ku 4ê Gulanê bi tevlîbûna parlementerên BDPê li Dîgor û Qaxizmanê wê mitîng werin lidarxistin.

JI FEDERASYONA XWENDEKARAN KAMPANYA ZIMANÊ DAYÎKÊ

Federasyona Komeleyên Demokratîk a Xwendekaran jî bi slogana 'Zimanê azad, jiyana azad' kampanya zimanê dayîkê da destpêkirin.

Federasyonê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kiand ser girîngiya zimanê dayîkê û ji bo di destûra bingehîn de were misogorkirin diyar kir, ku ewê têkoînê bidin destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de wê panel, konferans, me û konser û gelek çalakî werin lidarxistin.

635 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE