26. Mhrcana govend Muzka kurdistan
Dem : 2013.05.22  13:41:16
26. Mhrcana govend mzka Kurdistan li bajar Elmanya Monen Gladbax di navbera 18 19 Gulan de pk hat.

26. MÎHRÎCANA GOVEND Û MUZÎKA KURDISTANÊ
LI BAJARÊ ELMANYA MUNCHENGLADBACH'Ê PÊK HAT

26. Mîhrîcana govend û mûzîka Kurdistanê li bajarê Elmanya Monen Gladbaxê di navbera 18 û 19ê Gulanê de pêk hat.

Di bea muzîk û govendê de pêbirk pêkhatin û mîhrîcan bi dayîna xelatan bi dawî bû.

26. Mîhrîcana govend û muzîka Kurdistanê li bajarê Elmanya Monen Gladbaxê di navbera 18 û 19ê Gulanê de pêk hat.

Di çerçoveya mîhrîcanê de her sal di beên govend û mûzîkê de pêbirk jî tên lidarxistin.

Ji welatên cuda yên Ewrupayê 12 komên govendê  tevlî mîhrîcanê bûn.

Di bea mûzîkê de jî 22 kom û kes bedarî mîhrîcanê bûn.

Kurdistanî danê sibê li navenda bajar li îla Platzê kom bûn.

Li vir li ber dihol û zirnê govend hat gerandin...

Pitî govendê Buka Kurdan li Hesp siwar kirin û meê destpêkir.

Ji îla Platzê heya sûka bajar meek rengîn pêk hat.

Pitî meê li salona Yan Hallê mîhrîcanê bi rêzgirtin û axaftina vekirinê destpê kir.

Axaftina vekirinê ji aliyê endamê koma berxwedan hunermend Xelîl Xemgîn ve hat kirin.

Xemgîn derbarê giringiya mîhrîcanê de axivî û ehîdên meha gulanê jî bibîranîn.

Pitre jî bedarên Mîhrîcanê yên bea govend û mûzîkê pekên xwe kiandin û rêzên pêbirkê ekere bûn.

Bi koma yekê ya mûzîkê mîhrîcanê destpêkir.

Di encama pêbirka mûzîkê de Botan Zaxoyî Xelata taybet ya Jurî girtin.

Mustafa Acioglu ku ji Berlînê tevlî pêbirkê bû, di mîhrîcanê de bû yekemê bea mûzûkê.

Di rêza Duyem de jî Munever Oduncu ya ji Parîsê bedar bû cih girt.

Berîtan Çelîk ku ji Elmanya tevlî pêbirkê bû, sêyem derket.

Di roja duyem de jî 12 komên govendê derketin pêberî jûrî û performansên xwe nîandan.

Di bea govendê de koma ronahî ya ji Parîsê bedarî mîhrîcanê bû bi govenda herêma Botanê di rêza yekem de cîh girt.

Di rêza duyem de koma iyar û di rêza Sêyem de jî koma Lale cîh girtin.

Mîhrîcan bi dayîna xelatan di roja duyem de bi dawî bû.

516 car hate xwendin
Parve Bike  
AND HUNER