Mal  -  ROJANE
Kampanya mzeyan ji bo azadiya Ocalan
Dem : 2013.06.13  13:54:52
Kampanya mzeyan ji bo azadiya rber gel Kurd Abdullah Ocalan li chan Kurdistan didome. Li bajarn Bar Rojavay Kurdistan kampanya mzeyan a ' ji Ocalan re azad' bi germ t pwazkirin.

Kampanya îmzeyan ji bo azadiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li cîhan û Kurdistanê didome.

Li bajarên Baûr û Rojavayê Kurdistanê kampanya îmzeyan a ' ji Ocalan re azadî' bi germî tê pêwazîkirin.

KAMPANYA ÎMZEYAN A 'JI OCALAN RE AZADÎ'
LI BAJARÊN BAÛR Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DIDOME

Ji bo azadiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanya îmzeyan a 'ji Ocalan re azadî' li cîhan û Kurdistanê rastî eleqeyeke mezin tê.

Li bajarên Baûr û Rojavayê Kurdistanê her roj bi hezaran îmze tên berhevkirin.

Li navçeya Silêmanî Piremegrunê rêxistin û saziyên fermî yên girêdayî hukumetê bi îmzeyên xwe pitgirî dan azadiya Ocalan.

Tevî aredarê Piremegrunê Kemal Mehmud, Qeymaqamtîya navçeyê, Saziya asayîê, muduriyeta polîsan, rêxistinên navçeyê yên weke YNK, Tevgera Goran, PDK, Yekgirtu û komala îslam bi îmzeyên xwe azadiya Ocalan xwestin.

Li bajarê Dihok û navçeyên wê kampanya îmzeyan a 'ji Ocalan re azadî' bi germahiyeke mezin didome.

Li gorî agahiyên înîsyatîva kampanyayê, heta niha li navenda bajêr, Zaxo, Amediyê û Sêmêlê 70 hezar îmze hatine komkirin.

Herwiha înîsyatîvê bang li hemû gelê herêmê kir da ku bi awayekî aktîf tevlî kampanyayê bibin.

Endamê tevgera Gencanî welatparêz Merwan Dihokî li ser girîngiya kampanyayê axivî û got;

Li Dêreluka girêdayî Amediyê jî, doh bi sedan îmze hatin komkirin.

Endamên înîsyatîvê ji aliyê êniyên Dêralukê ve bi kêfxweî hatin pêwazîkirin.

 Û ênîyên Dêralukê bi îmzeyên xwe azadiya Ocalan xwestin.

KAMPANYA ÎMZEYAN A 'JI OCALAN RE AZADÎ'
LI HERÊMA KOBANÊ Û FIRATÊ ZÊDETIRÎ 260 HEZAR ÎMZE HATIN KOMKIRIN


Li bajarên rojavayê Kurdistanê jî, kampanya îmzeyan didome.

Li bajarê Kobanê înîsyatîva kampanyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan heta niha li Kobanê û gundên wê 260 hezar zêdetir îmze berhev kirine.

Li bajarê Kobanê 42 hezar û 500 îmze, li gundên derdora wê 33 hezar û 550 îmze û li bajarê Cerablus û iyox û gundên rojava û bakur 61 hezar û 200 îmze hatin berhevkirin.

Li bajarê Reqa jî ert û mercên dijwar heta niha 15 hezar, li Tilebyedê 13 hezar û 500, li Minbicê 94 hezar û 420  îmze hatine berhevkirin.

Bi gîtî li herêma Kobanê û Firatê 26 hezar zêdetir îmze hatin berhevkirin û herwiha kampanya heta 15'ê tîrmehê bidome.



550 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE