Mal  -  ROJANE
Ocalan: Ya rast jiyanek azad, bi rumet wekhev e
Dem : 2013.06.15  19:24:34
Rber Gel Kurd Abdullah Ocalan ji bo ‘Konferansa areser Yekitiy ya Bakur Kurdistan peyamek and. Ocalan balkiand ser Yekitiya Netew got: “Kes j, saz j her tim li hember drok demborne. Di v dema drok de ya bo me girng eve ku jiyanek azad, bi rumet, wekhev a gel xwe bikin bin ewlehiy. Di aroveya Yekitiya Demokratk a Netew de tkona em bi hev re dimenin, garant ewlehiya me ya her mezine.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ‘Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê peyamek and. Ocalan balkiand ser Yekitiya Netewî û got: “Kes jî, sazî jî her tim li hemberî dîrokê demborîne. Di vê dema dîrokî de ya bo me girîng eve ku jiyanek azad, bi rumet, wekhev a gelê xwe bikin bin ewlehiyê. Di çarçoveya Yekitiya Demokratîk a Netewî de têkoîna em bi hev re dimeînin, garantî û ewlehiya me ya herî mezine.”

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wihaye;

“Dostên hêja, delegeyên rêzdar

Ez we her kesî cuda cuda ku pitigirî dane Konferansa Yekitî û Çareseriyê ya Kurdistana Bakur, silav dikim.

Di vê dema ku hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn veguhertine cihê agir, de ev konferansa ku pêk tê û dê her kes qedera xwe bi xwe tayîn bike, bê guman xebata herî girîng û rêzdar ya pêvajoyê ye.

Qedera welatê me Kurdistanê ku di sedsala borî de ji aliyê hêzên mêtînger ve hat parçekirin û layîqê statuya mêtingeriyê jî nehat dîtin, dîsa qedera Anatolyayê û Mezopotamayayê jî dê ji nûve bê zelalkirin.

Me dewlemendiyên dîrokî yên aristaniyên Mezpotamayayê ku me dewr girtiye, wek referansekê ji bo pêerojeke hevar bê avakirin, di têkoîna xwe de da meandin û niha gihitiye asteke girînge.

Di encama têkoîna li hemberî zext, zilm, tunekirin, koledarî, bêrumetî yên kul i ser welatê me bi me hat kirin de, hat dayîn em îro hatine vê astê.

Êdî tu hêz nekare hêza înkarkirina çand, ziman û nasnameya me di xwe de bibine. Dîroka me ya nêz bûye ahidê berxwedana bi heybet ya gelê kurd a bi hêza xwe rabûye ser piyan. Vê berxwedan, li pey xwe bi deh hezaran ehîd li pey xwe pitiye, bi mîlyonan kesê bedel daye hatiye vê astê. Bi vê wesîleyê, ez careke din hemû ehîdên me bi rêz bibîrtînim. Ez ji hemû gelê xwe yê bedel daye spasiyên xwe pêkê dikim.

Têkoîna hebûn-tunebûnê ya ku heta îro me meandiye, di encam hebûnê de ketiye dema xwe ya serkeftinê. Lê wek hun jî dizanin, di pêngavên ji vir û ûnde, ev hebûn dê çawa bê parasatin, meseleya xistina bin ewlehiyê  û pêvebirinê jî herî kêm bi qasî hebûnê  meseleyeke girînge.

Tam di vê nokteyê de rola konferansa me ya dîrokî careke din dertê holê. Ev têkoîna ku em wek derfeteke derketina ji kemîna ku kapîtalîzma modernîteyê û netew dewletan em xistinê dibîne, wek bilindkirina azadiyên rastîn dibînim. Her kes jî dizane li ser erdnîgariya me li hemberî pir zimanî, pir çandî, pir netewî, pir baweriyê fezkirina Formula yekane atî û huzurê nayne. Bê guman her gelên erdnîgariya Mezopotamayê û Kurdistan û Anatolyayê, bi qasê ku di çarçoveya wekheviyê de bijî bi rumet û nirxe. Tu pergala ku gelan tune bihesibîne, ji derveyê pergalê bihêle, ansê wê yê serkeftinê tune. Her wiha di alî ahlaqî de jî aliyê wê yê parastinê tune. Li ser erdnîgariya me gelen wek Kurd, Tirk, Ermenî, Suryanî, Ereb, Fars, Tirkmen û her wiha baweriyên wek Musliman, Xiristiyan, Musevî, Yahudî, Elewî, Êzdî û gelên din dikarin di nava biratiya rastîn û di hiqûqa wekhev û biratiyê de bijîn.

Bi sedsalane  ji ber ferzkirina netewdewletên kapîtalîst û çanda ku afirandiye, erdnîgariya me vegeriyaye deryaya xwînê û niha pêvajoya ku em tê de derfetên avakirina îtîfaqeke gelan ya nû dide me.

Di rastiyê de rastiya ku Bihara Ereban derxitiye holê eve. Bihara Ereban tê wateya ku  wek titekî bi zorê hatine ferzkirin û niha jî em dixwazin vê ji xwe bikin e.

Dostên hêja û bi rumet;

Niha em bi peywireke ku divê ji pae rojê ders bên derxisti û bi hêza xwe ya rewa, li gorî hiqûqek rast pêerojeke nû ava bikin, re rû bi rûne. Ez ligel ert û mercên giran yên Îmraliyê, berpirsyariyên ku min dane ser milê xwe, bi hemû samimiyeta xwe tînim cih. Me pêngava xwe ya yekemîn ya çek ji dewreyê derxistinê ku bi ferzkirina burjuvaziyê me girtine,  hema hemam temam bûye. Ji vir ûn de jî, peywir û berpirsyarî ya kesên tevli konferansê bûne ye. Bê guman di vê pêvajoyê de peywir û berpirsyariyên girîng yên dewletê hene. Berpirsyariyên wekê kanalên hemû siyaseta demokratîk bê vekirin, hemû zextên li ser siyasetê bê rakirin, bi ewlehiyên makeqanûnî û qanûnî vê bigirin bin temînatê hene.  Ji bo ku pêvajo ba bi rêve biçe, riyek din tune.  Lê dîsa jî peywir û berpirsyarî ya gelê me ye. Tu hamleyên ku bi hêza me ya rewa pêk neyên,  bweriya mayîndebûnê jî namîne. Dîrok ev rastî bi hezaran carî ji me re ispat kiriye.

Ji ber ert û mercên Îmrali yên ez têde me bi tena xwe birêvebirina vê pêvajoyê hem ne gengaz e hem jî ne rast e. Ez li gorî mîsyona Rêbertiya li ser milê min hatiye danîn rêya pêvajoya muzakereyê vedikim, yên di vê rêyê de bimein û hundirê vê pêvajoyê dagirin hûn in. Heke dewlet jî ji bo çareseriya atiyan ejidil û ciddî be mecbûr e pêwendiyên min ên bi we re, di derve re, bi hevalên min ên din û gel re çêbike.

Li ser vî esasî konferansa we ya bi tevlîbûneke mezin kom bûye, divê bibe mekanîzmaya siyasî ya herî bingehîn a pêvajoya muzakereyê. Di mijarên, gelên Kurdistanê ji niha û pê ve di nav kîjan huqûqî de wê bi hev re bijî, wê çawa ziman û çanda xwe biparêze, bi Komara Tirkiyeyê û dewletên din re di çarçoveya kîjan huqûqî de wê hebûna xwe biparêze ez bawer im wê ji wezîfeyên bingehîn ên konferansa we bin. Biryarên hûn bigirin û encamên hûn bigihêjinê wê rê nîanî pêvajoya muzakereyan a em dimeînin bike. Li ser navê gelekî bi tena serê biryar girtina min bi qasî ku ne demokratîk e û ne rast be jî. Ji ber vê sedemê, biryarên hevpar ên di encama xebatên xwe de hûn bigirin, wê perspektîfa pêeroj û dahatûyê be ya em ê pitevaniyê jêre bikin.    

Dîsa ez bawer im ku wê konferansa wê rewa gelê me ya bi salan e di bin zextên dijwar de kirine reweke perîaniyê de di aliyê aborî, civakî û  çandî de ji bo pê bikeve wê hessayiyeta pêwîst nîan bide tedbîran bigire. Di xusûsên perwerde, tenduristî, çand, parastin, aborî, dîplomasî û hwd. de di diyarkirina huqûqa di navbera gel û dewletê de û ya gel di nav xwe de wê konferansa we diyarker be. Di vê çarçoveyê de di encama biryarên ku hûn ê bi nîqaan bigirin de, ez di vê baweriyê de me ku heke konferansa we heta dawiya vê pêvajoyê xebatên xwe berdewam bike wê bi fêde be.       

Hevalên rêzdar;

Kes jî, sazî jî li hemberî dîrokê her tim demborîne. Di pêvajoya vê dîrokê de ya pêwîst ev e ku em ruhê hevpar ê jiyana gelên xwe ya azad, birûmet wekhev û pêkve bixin garantiyê. Di çarçoveya yekîtiya demokratîk a neteweyî de têkoîna em bi hev re bi rê ve bibin, ewlehî û garantiya me ya herî mezin e. Derdorên ku tevkarî ji vê yekîtiyê re kirine jidil pîroz dikim û derdorên ku tercih kirine li derveyî ruhê yekîtiyê bimînin dawetî têkoîna hevpar dikim.

Mîna her pêvajoyê  gumana min nîn e di vê pêvajoya têkoîna me ya siyasî de jî wê ciwan fedakariya herî mmezin bikin. Gumana min nîn e ku hevalên min ên ciwan ji her alî ve wê xwe amade bikin û li hemberî tevayî êrîan amade bin.

Her wiha di mijara azadiya jinê de ku di orea demokratîk a Kurdistanê de desteketiya herî mezin e ez bawer im divê konferansa we helwesta girîng diyar bike. Tevgerên ku cihê jinê yê di nav civakê de û mîsyona wê li ser esasekî rast pênase neke mirov nikare bêje di rastiyê de azadiyê diparêze. Li gorî egera qîmetê bilind ê ku ez ji vê rola jina Kurdistanê re didim û bi sadiqmayîna soza min daye jinan ez careke din dibêjim ku heta jin azad nebe civak qety azad nabe.

Bi van hestan ez careke din we silav dikim, û bi baweriya wê konferansa we bi serketî be cuda cuda ji her yekî ji we re rêz û hurmetên xwe pêkê dikim.

Abdullah Ocalan

Girtîgeha Îmraliyê”    

658 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE