Mal  -  CIWAN
paketa mjlkrn ya AKP' rast nerazbn t
Dem : 2013.10.05  17:20:45
Pit ku AKP' pakta mijlkirin ekere kir nde nerazbnn gel zde dibin. Bi taybet saziyn sivl rxistinn civak li hember naveroka pakt nerazbnn xwe tnin ziman.

Li navçeya Amed Licê xwendekar û mamosteyên mala perwerde û pitgiriyê ya ahîn Oner bi daxûyaniyekê pakêta mijûlkirinê ya AKP'ê ermezar kirin.

Mamosteyê xwendekaran Abdullah Pinar daxûyanî xwend û balkiand ser mafê perwerdeya zimanê dayîkê.

Pinar got perwerdeya bi zimanê dayîkê li dibistanên taybet çareseriyê nayne.

Li Colemêrgê jî endamên YDG-H'ê li Taxa Pehlîvanê daketin kolanan û nerazîbûn nîanî pakêta AKP'ê dan.

Ciwanan wesayîtên li ser rê rawestandin û rê li trafîkê girtin.

Li taxa Baak ya navçeya irnex Silopya jî bi pêengiya Însîyatîfa Gel ciwanan çalakî pêk anîn.

Di çalakiyê de polîsan mûdaxaleyî ciwanan kir.

Bi sedan ciwan li taxa Baak û Barbarosê li hev civiyan û xwepêandan lidarxistin.

Welatiyên ji Semsûrê jî ji kamerayan re nêrînên xwe anîn ziman.

Semsûriyan diyar kir ku ev pakêt bersiv nade hêvî û bendewariyên gelê Tirkiyê.

Li Enqerê jî KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê li Guven Parkê daxûyaniyek da çapemeniyê.

Berdevkê platforma axên KESK'ê yê Enqerê Mevlut Çakmak daxûyanî xwend û got ji xwe tenê xeyal bû ku wê ji vê pakêtê demokrasî derkeve.

Li Wargeha penaberan ya Mexmûrê jî Meclîsa Îtar bi daxûyaniyeke çapemeniyê pakêta AKP'ê ermezar kir û bal kiand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di daxuyaniyê de li ser navê Meclisa Îtar endama kordînasyona Meclisa Îtar Narinç irnex axivî.

irnex anî ziman ku ev pakêt li dij çareserî û demokrasiyê ye.

Koordînatora Mala Jinê ya Kardelenê Mukaddes Alata, der barê pakêta mijûlkirinê ya hikûmeta AKP'ê de diyar kir ku li ser navê zayenda civakî titek tine ye.

Alata, anî ziman ku li vî welatê ku her roj 5 jin bi destê zilaman tên kutin, ev pakêt bi destê himendiya zilam hatiye amadekirin.

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî diyar kir ku hikûmet bi vê pakêtê nikare pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê çareser bike.

Aysel Tugluk got derbarê mijara çareseriya pirsgirêka kurd de Birêz Ocalan firsendên gelek mezin daye hikûmeta AKP'ê û dewletê. Hikûmet ji muzakereyê re dibêje na, ev titekî ne rast e.

 

 

413 car hate xwendin
Parve Bike  
CIWAN