L swsrey xabatn zman kurd
Dem : 2013.10.07  12:10:40
Xebatn ji bo perwerdehiya ziman kurd li Ewrpay j dewam dike. Li gelek bajarn Swsrey dibistann ziman kurd tn vekirin zarokn kurd li van dibistanan ziman xwe hn dibin.

Li bajarê Swîsre Baselê bi tevlîbûna 15 kesên gihîtî û 10 zarokên wan Dibistana zimanê kurdî hat vekirin.

Di refa yekem de zarokên 4 û 6 salî, di refa duyem de zarokên 7 û 12 salî û di refa sêyem de jî dayîk û bavê wan û kesên gihitî perwerdê dibînin.

Malbatên ku tevî zarokên xwe qeyda xwe li dibistana kurdî çêkirine, her roja yekemê tevlî dersên zimanê kurdî dibin.

Di ber dersan re muzîka kurdî jî fêr dibin û armanc ji van dersan ew e ku di malbatê de kesekî derveyî perwerdeya kurdî nemîne.

Mamoste Hesen Huseyîn Denîz ê ku di sazkirina dibistanê û dayîna dersan de cih digre, armanca vekirina dibistana kurdî vegot.

Mamoste Denîz pitî spaskirina ji bo malbatên tevlî perwerdeya kurdî dibin, bang li hemû malbatên kurd kir ku ew jî tevlî van dersan bibin û zarokên xwe bi xwe re bînin dibistana kurdî ya malbatî.

394 car hate xwendin
Parve Bike  
AND HUNER