2. Mîhrîcana çand û hûnerê ya qerecaxê
Dem : 2013.10.18  18:17:59
Li kurdistanê dem dema festîval û çalakiyên hunerî ye. 2. mîhrîcana Çand û hûnerê ya Qerecdaxê bi dîmenên rengîn dest pê kir. Mîhrîcana 9. a Heskîfê jî îro pêk hat.

Festîvala Çand û Hunerê ya Qerecdaxê ku wê 3 rojan bidome îro dest pê kir.

Mîhrîcan ji aliyê Þaredariya BDPê ya navçeyê Wêranþherê ve tê organîzekirin.

Festîvala îsal bi slogana "em bi deng û rengê hunera xwe ber bi jiyana azad ve dimeþin" hat lidarxistin.

Tevî Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Bînîcî, hevserokê BDP'a Rihayê Halit Yildiztekîn û gelek welatî li baxçeyê þaredariya Wêranþherê hatin cem hev.

Mîhrîcan ji bo hawirdorek paqij bi kerwanê deveya ji navenda bajêr bi meþê destpê kir.

Jinên ciwan jî bi cil û bergên xwe yên herêmî bi elbeneyan pêþengiya meþê kirin.

Meþa ku bi sedan kesî ji navenda bajêr dest pêkir heya navenda çanda hunerê ya Med hejmara Kurdîstaniya gihîþt bi hezaran kesan.

Di çerçoveya Mîhrîcan de li salona pêþengeha navenda çanda hunerê ya Med'ê  pêþengehên wênevan Alî Oruç û wenêkeþ Mahsum Suer ji aliyê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk ve vekirin.

Piþtî vekirina pêþengehan girseya gel ji bo vekirina otogara ku ji aliyê þaredariyê hatî çekirin bûn.

Li vir Ahmet Turk wiha axivî:Di çarçoveya Mîhrîcana de wê pêþangeh, fîlm, þano, çalakiyên ji bo zarokan û konser pêk werin...

Li aliyê din 9. Mîhrîcana  Çand û Hunerê a Heskîf-Batmanê îro dest pê kir.

Mîhrîcana Çand û Hunerê ji aliyê þaredariya BDP'yî a Batmanê ve hat organîzekirin.

Festîvala îsal bi þîara"em bi deng û rengê hunera xwe ber bi jiyana azad ve dimeþin" hat lidarxistin.

Di vekirina Mîhrîcanê de Parlementera BDPê Ayla Akat Ata, Cîgirê þaredarê Êlihê  Serhat Temel, endam û rêveberên BDP, Aktivîstê DOHK'ê û gelek  kurdistanî amade bûn.

Festîval temel avetina navenda çand û hunerê dest pê kir.

Li vir Cîgirê þaredarê Êlihê  Serhat Temel axivî û got ku "çand û huner nasnemeya gelane".

Piþtî axaftina temenê navenda çand û hunerê ya batmanê hat avêtin.

Di seatên evarê de ji li çarrêya Basinê wê konsera yekemîn bê lidarxistin..

602 car hate xwendin
Parve Bike  
ÇAND Û HUNER