Li navçeya Wêranþar a Rihayê di navbera 18-19 û 20'ê Cotmehê de 2'emîn Festîvala Qerecdaxê bi þîara 'em bi deng û rengê hunera xwe ber bi jiyana azad ve dimeþin' hatibû organîzekirin.
Festîval di roja dawî de bi konsereke bi coþ bi dawî bû.
Bi hezaran welatî beþdarî konserê bûn.
Qada konserê bi alên YPG'ê, HPG'ê, PKK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xemilandin.
Di bernameya hunerî de Koma Welatê Rojê ya Wêranþarê, hunermend Halîmê Omerî û Mehmet Afþar derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coþandin.
Paþê jî Hunermend Ergîn Xelîkan, Niyazî Koyuncu û Erol Berxwedan derketin ser dike û heta dawiya konserê stranên xwe bi gel re parve kirin.
9. festîvala çand û hunerê ya Heskîfê ku 3 rojan dewam kir, di roja 3'emîn de bi konserekê bi dawî bû.
Di konserê de tevî rêveberên BDP'ê bi hezaran welatî amadebûn.
Parlementera BDP'a Batmanê Ayla Akat Ata û cîgirê þaredariyê Serhat Temel derketin ser dike.
Ayla Akat Ata bi Strana 'Gulfiroþ' suprîzek li beþdaran kir.
Paþê parlementera BDP'a Stenbolê Sebahat Tuncel li ser pêvajoyê axivî û þoreþa rojava destnîþankir.
Tuncel di dawiya axaftina xwe de got;
Wê serkeftin wê ya me û gelên Rojhilata navîn be. Bes divê em bi rêxistin bin.
Pîþtî axaftina Tuncel Hunermend Peywan Arjîn, Kerem Gerdenzerî, Fuat Saka, Bulent Turan û Suavî derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coþandin.