Mal  -  ROJANE
Tark mercan; 22' cotmeha 1993'yan ewtandna lc
Dem : 2013.10.22  12:09:00
Temaevann hja, sala 1993an weke ro hzn dewlet avtibn ser naveya Amed Lic avahiyn li navey dabn ber agir. Niha em nivsa Tariq Mercan ya di derbar salvegera v r de ya di Azadiya Welat de pk we bikin

*Ji Girtigeha Tîpa T a Bafrayê

Bêguman di dîrokê de behsa gelek bûyeran hatiye kirin û tê kirin. Lê di navbera bûyerên ku mirov behs bike û titên ku mirov rasterast bijî de pir cudahî heye. Hîn titên ku mirov jiyaye, her çiqas mirov bîne ziman jî dê kêm bimîne. Lê dîsa jî hewce ye mirov vebêje. Ez jî dixwazim behsa bûyera ewitandina Licê bikim.

Roja 22'ê cotmeha 1993'yan serê sibê zû ez ji xew iyar bûm û bi wesayîtê çûm Licê. Min li Licê dibistan dixwend. Derdora mehekê bû ku dibistan vebûbû. Biqasî ku tê hiê mîn ew roj dersa me ya destpêkê vala bû yan jî ji ber hin sedemên cuda, ez jî dibistanê çûm sûkê cem hin gundiyên me. Texmîn dikim saet li derdorahet û nîvan bû tevgera di navbera gel de bala min kiand. Ji ber ku serê sibê bû û gundî jî hatibûn Licê, sûk zêde qerebalix bû. Sedema tevgera di navbera gel de ew bû; kesekî dema ku di ber qerekola lekeriyê re derbas dibe, lekerek je re dibêje;  "Di demeke kurt de dê er biqewime." Bî wê tevgera gel , em ji cihê ku lê diman rabûn û çûn mala gundiyekê me yê ku mala wî lî Licê bû.

Di demeke kurt de jixwe sûk vala bû. Zêde dem derbas nebûbû dengê çekan dest pê kir. Ez texmîn dikim ku
saet li derdora neh û nîvan bû. Di destpêke de me cidiyeta er ferq nekir, lê her ku diçû dengê çekan zêde dibû. Di heman demê de tirsa me jî pê re zêde dibû. Her ku dixuya bi taybetî taxên biniya tabûra lekeriyê bi sê helîkopteran dihatin gulebarankirin û bombebarankirin. Bêguman erê ku ez behs dikim yekalî bû. Tenê lekeran
gule direand ser gel û wan dikutin, malên wan diewitandin. Dûman, tirs, qîrîn, ê, kutin û hawar tevlihev bûbû. Cara yekem bû ku min ewqas xwe nêzî mirinê didît...

3326 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE