Mal  -  ROJANE
eteyn dn stsmar dikin
Dem : 2013.11.12  12:10:56
Cemal erk / Azadiya Welat

Welatiyê bi navê Ozcan Temel ji aliyê koma çete ya îstîsmara olê dike ve li Êlihê hat qetilkirin. Beriya demekê jî ji aliyê heman çeteyan ve êrî li Cizîrê pêk hatibû û hin kes birîndar bûbûn. Li Êlih û Cizîrê gel li dijî van êrîan bersiva ku pêwîst bû da, li ehîd û birîndarên xwe xwedî
derket. Di salên borî de ji aliyê heman çeteyên ku olê îstîsmar dikin ve êrî li dijî welatparêzan pêk hatibûn. Di encama êrîên salên 1990'î de bi sedan mirovên me jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Çeteyên ku olê îstîsmar dikin bi vî êwazî di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve bi rengekî bi bandor hatibûn bikaranîn.
Dewletê xwest bi destê van bûyina tevgereke civakî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê asteng bike. Dewleta ku hêviya xwe bi çeteyan ve girêdabû; ket reweke ku heman çeteyên bi destê xwe ava kirin êdî ji bo wê bibin tehdît. Çeteyan berdelê titê ji bo dewletê kiribûn dixwestin. Ev jî ji hîn bêhtir çavgirtina ji kirinên wan û pêkêkirina rantê pêde ne titekî din bû. Bi vî rengî dewlet û çeteyên ku bi kar dianîn hatin dijberî hev. Di encama vê dijberiyê de jî dewletê ji bo berjewendiyên xwe pêwîst dît çeteyên heta wê demê bi kar anîn û karê wê bi wan nema ji dewreyê derxe.
Wisa diyar dibe ku ev hêzên ku dewletê di salên 1990'î de bi kar anî û paê jî ji berjewendiyên xwe re mîna tehdîdê dîtin û avêtin zindanê, pitî mîsogerkirina deshilatdariyê ya ji aliyê AKP'ê ve ji aliyê heman hikûmetê ve careke din tên bikaranîn û ketine dewreyê.
Dema endamên Hizbî-kontra yên olê îstîsmar dikin ji girtîgehê hatin berdan ev mijar hatibû rojevê. Niha jî bi êrîên li Cizîr û Êlihê tê dîtin ku ev hêz careke din xistine nava tevgerê. Gelê Kurdistanê van hêzan ba nasdike. Dîsa dizane ku careke din ev hêz xistine dewreyê û nava tevgerê.
Dibe ku dewlet-hikûmeta AKP'ê bifikire ku bi bikaranîna van çeteyan encamê bi dest bixe. Dibe ku van rojan biibîne salên 1990'î. Lê xwe dixapîne.
Em ne di salên 1990'î de ne, em di salên 2010'an de dijîn. Gelê kurd ne tenê bi Hêzên Parastina Rewa her wiha gihîtiyr hêz û asta xweparastina
bi êwazê Parastina Xweser jî.




1428 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE