Snema Amd
Dem : 2013.11.13  17:37:36
ro di droka gel Kurd de, yek ji rojn her bi e.. Beriya niha bi 53 salan, ango 13 Mijdara sala 1960 di encama ewata snemaya Amd de, 283 zarokn agirtn dibistanan jiyana xwe ji dest dan.. Hzn ku ev komkujiya hovane pk ann bi deh salan li Amd desthilatdar bn, l ro di encama ked, berxwedan tkona xelk bajr de tk n.. Bi gotineke din xelk Amd bi paqijkirina bajr ji hzn rejm avakirina rveberiya xwe ya xweser birnn komkujiy derman dike.

13'ê Mijdara sala 1960 roja Yekemê...

Wê demê êniyên bajarê Rojavayê Kurdistanê Amûdê derdora 15 hezarî bû.

Rêveberê rejîma Sûriyê yê wê demê Mistefa aban di bin navê "komkirina alîkariyê ji bo orea gelê Cezayîrê ya li hemberî dagirkeriya Franseyê re", ferman da ku zarokên dibistanên seretayî bi zorê bibin sînemayê…

Û sînemaya bajêr ji 400 zarokên Kurd tije kiribû.

Navê film "Tirêna Nîvê evê" bû.

Di film de lekerên Frensî, nîvê evê bi ser malên Cezayiriyan de digiritn û direvandin.

Ev film li Amûda di bin dagirkeriya rejîma Sûriyê de bi zarokên Kurd hat temaekirin.

Zarokên Kurd ên ku heta wê kêliyê nedizanîn ku di nexeyê de welatê Cezayirê li kû ye, bi hewldanên ovenîst wan fêrî berxwedana Ereban dikirin.

Qao wê pereyên ku ji ber fîlm bihata berhevkirin  ji Cezayîrê re bihata andin.

Deriyên sînemayê hatibûn girtin û zarok li benda film bûn.

Li gorî çîrokên rayedarên rêjîma Sûrî, pitî ku fîlm destpêkir, ji ber ewata di motorê sînemayê de agir bi perdeyan dikeve û di nava demeke kurt de xwe li her deverên sînemayê belav dike...

Zarokên Kurd yek bi yek... di nava pêtên agir de canê xwe didan...

Derî girtî bûn...

Mîna zarokên reik ên ku di avêtin nava ewata Missisippiyê...

Yan jî weke Cezayiriyên ku di film de xaniyên wan ji aliyê Frensiyan ve dihate ewitandin....

Pitî ku di ser vê hovîtiyê re çend saet derbas bû, hêzên rêjîmê û yekîneyên agirkujiyê gihitin ber deriyê sînema Amûdê...

Lê êdî ji bo rizgarkirinê gelekî dereng mabûn..

Li nava sînemê 283 zarokên Kurd ewitîn...

Heta niha jî nayê zanîn ka ewat çawa derket, lê balkê bû ku dewletê ne wê demê, ne jî pitre, der barê ewatê de, ti lêpirsîn venekirin.

Heta niha jî Kurd, goman dikin ku di bûyerê de destê dewletê yan jî destê hin derdorên tarî yên di nav dewletê hebe, lewre jî bûyer wekî, "Komkujiya Sînemeya Amûdê" hate binavkirin.

Bajarê Amudê ku ji ber zilm û zordariya rejîmê gelek ê kiandiye, 5 ê Îlonê 2012 35 êniyên wê li bajarê Îzmîrê di ketiya penaberan de jiyana xwe ji dest dan…

Bi vê bûyerê re dilê Amûdê careke din ewitî..

Lê li gel vê êa giran jî, niha rûpelek nû li dîroka Amûdê zêde dibe..

Bajarê ku 20ê Tîrmeha 2012an dest bi orea xwe ya azadiyê kir 9'ê Mijdarê bi temamî ji bermahiyên rêjîma Sûrî rizgar bû..

Bi gotineke din xelkê Amûdê bi paqijkirina bajêr a ji hêzên rejîmê û avakirina rêveberiya xwe ya xweser birînên komkujiyê derman dike.

520 car hate xwendin
Parve Bike  
AND HUNER