Mal  -  ROJANE
"Tirsa" ji dem
Dem : 2013.12.02  11:54:11
Heq boltan, Azadiya Welat

Ev demeke çemê Îranê berê xwe guhertiye û ketiye ser riya Washingtonê. Ev reweke nû ye û divê mirov hûrûkûr li ser raweste. Ji bo ku ev bê zelalkirin bersiva pirsa 'çima wisa bû?' divê bê dîtin. Guhertin bi hilbijartina
Serokomarê nû yê Îranê Hesen Rûhanî dest pê kir. Gelo bi hatina Rûhanî hema Îran guherî û berê çemê xwe da
Washingtonê? Na ev ne pêkan e. Wekî ku tê zanîn li Îranê serokomarî bi saziya Ayetulahiyê ve girêdayî dixebite. Li Îranê Elî Xamaney serokê saziya Ayetulahiyê dike. Li Îranê guhertinên stratejîk di pêengiya vê saziyê de tê kirin. Dema ku mirov li hewldanên Îranê mêze bike dê bibîne ku ev sazî bi xwe polîtîkayên stratejîk amade
dike û Serokomar jî ji bo vê guhertinê berdevk e. Wekî mînak: Xamaney demek berê berpirsiyariya nukleerê ji destê lekeriyê girt û kir bin însiyatîfa Wezareta Karên Derve ya Îranê û di daxuyaniyeke xwe de jî wiha digot: "Di hin rewan de pêwîstî bi 'lehengiya nerm' heye." Ji vir mirov têdigihîje ku Rûhanî lehengê nerm ê Xamaney e.

Çûna Washingtonê, gerandina dîplomasiya nû ya li ser nûkleerê, danîna têkiliyan a bi Sarokdewletê Amerîkayê Barak Obama re, mohrkirina peymana li ser nukleerê ya bi welatên rojavayî re hemû polîtîkayên navendî yên Îranê ne. Wisa dixuye ku dê ev bidome. Welatên rojavayî destnîan dikin ku Îran ji ber ambargoyan ketiye tengasiyê û ji ber vê di polîtîkayên xwe  de guhertin pêk tîne. Ev ne rast e. Heke mirov dema guhertinê ba biopîne dê sedemê vê jî rastir destnîan bike. Îran pitî ku Sûriye serûbin bû û textê desthilatdariya malbata Esed hejiya, ket nav fikaran. Îranê di rewa Sûriyeyê de dît ku hilweandina Îranê jî pêkan e û dor jî hatiye ser Îranê. Îran ji bo vê dest bi rêbaza 'lehengiya nerm' kir...

1574 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE