Mal  -  ROJANE
TKILIYA HERMA FEDERAL DEWLETA TC'
Dem : 2013.12.03  12:12:38
CEMAL ERK / AZADIYA WELAT Cemal erk di nivsa xwe azadiya welat de li ser tkiliya rveberiya herma federal dewleta tirk rawestiyaye..

Ev demeke hevdîtin û peymanên di navbera dewleta TC'ê û rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê de di rojeva raya gitî de ye. Ev mijar bi giranî di nûçe û quncikên rojnameyan de cih digirin. Di van nûçe û nivîsan de aliyê berevajîkirin û veartina rastiyan derketin pê. Dibe ku ecêb bê dîtin lê mixabin titên ku derketin holê vê rastiyê nîan dide. Ma mirov dikare bifikire; Di navbera rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê û dewleta TC'ê de hin peyam tên îmzekirin û ligel vê yekê bi gotinên 'tu peyman nehatine îmzekirin' dixwazin ser vê yekê veêrin. Ji bo vê jî bertekên ku ji hêla dewleta navendî ya Iraqê bên wekî hincet nîan didin. Aliyê wê yê trajîk ji vir dest pê dike.

Peymanên ku di navbera dewleta TC'ê û Herêma Federal a Kurdistanê de hatine îmzekirin bi giranî li ser çavkaniyên enerjiyê ne. Ligel herdu alî jî ba dizanin ku ev peymanên ku îmze kirine 'dijqanûnî' ne jî vê yekê dikin. Ji ber ku Herêma Federal a Kurdistanê girêdayî Destûra Bingehîn a Iraqê ye rê nade vê yekê. Ji ber vê yekê naxwazin ev yek bê zanîn. Ji bo vê pêk bînin jî wekî du mihan ji sînor derbas dikin tevdigerin. Wekî hêtirmeyên ku serê xwe dixin bin kûmê xwestin tevbigerin û ji vê ûnde rewa wan veguherî pêkenokê. Ev tekiliya veartî ya di navbera dewleta TC'ê û rêveberiya herêmê, gelek tit derxistin holê û ev jî bi xwe re hin pirs anî.

Divê navê vê têkiliya di navbera dewleta TC'ê û herêma federal rast bê danîn. Bi awayekî fermî û dîsa li gorî hiqûqa navneteweyî herêma federal di nav sînorê dewleta navendî ya Iraqê de ye. Ligel vê yekê rêveberiya herêmê ji dewleta navendî ya Iraqê bêhtir bi dewleta TC'ê re di nav danûstandinê de ye. Her çiqasî ev di bin bandora
Silêmaniyê û Komara Îslamî ya Îranê dimîne jî dîsa ev rastî naguhere....

1412 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE