Mal  -  ROJANE
KES NIKARE APEMENIYA AZAD BDENG BIKE
Dem : 2013.12.05  14:03:39
Ceml Bayik / Azadiya Welat

Bîst sal berê rojnameya Ozgur Ulkeyê hatibû bombekirin û xebatkarekî wê hatibû kutin. Ev êrîa bombeyî di
pêvajoyekê de ku bi dehan rojnamegerên kurd dihatin qetilkirin, pêk hat. Di wan salan de siyasetmedarên demokratîk û welatparêz li nava sûkê dihatin qetilkirin. Niha jî bi hezaran siyasetmedarên kurd û bi dehan rojnameger girtî ne. Wezîrekî AKP'ê digot "Niha ji ber ku qetil nakin divê ikur bikin." Tirkiye di salên 1990'î de di kutinên kiryarên wan nediyar de yekemîn bû. Duh rojnameger dihatin kutin û wisa wan bêdeng dikirin, niha jî digirin. Yanî li Tirkiyeyê ji rêbazê pêve tu titekî din neguheriye. Rojnameger di salvegera bombekirina Ozgur Ulkeyê de tên darizandin. Jixwe hinceta wan li holê ye. Endamên rêxistina terorê ne! Jixwe tê zanîn ku dewlet, rêveberiyên faîst û hikûmetên otorîter bi heman rêbazê nêzîkî muxalîfan dibin. Tenê hincetên girtin û kutinê diguherin. Çawa ku wextê serê sibê radibin bi hezaran siyasetmedar bi carekê dibin terorîst, rojnamegeran jî dikin terorîst. Tê zanîn ku ev girtin li ser maseyê hatine plankirin. Di van girtinan de hikûmet û cemaet di nava hevkariyê de ne. Vê yekê jî li ser maseyê bi awayekî dijqanûnî pêk tînin. Niha cemaet dibêje ku di civîna MGK'ê de biryara têkoîna li dijî îrtîcayê wergirtine û bi ser wan ve tên. Halbûkî bi salan e bi AKP'ê re planên tunekirina Tevgera Azadiya Kurd û BDP'ê amade dikirin. Wextê ku li kesên din dikin ba e, lê wextê ku li wan tê kirin wê demê ew dibe helwdenek ne rewa. Vaye exlaqê cemaet û AKP'ê ev e. Rojnamegerên kurd niha bi awayekî bêhiqûqî û bêexlaqî di zindanê de tên girtin. Hikûmet ev 12 sal in bi cemaetê re sûcê giran dike. Berê ev sûc di qanûnên TCK'ê de dibû sedema cezayên girin û cezayên giran li wan dihat birîn. Niha jî rayedarên hikûmetê ji cemaetê re dibêje 'Me ji we ewqas kir walî, ewqas kir dozger, ji we re ewqas zanîngeh û dibistan vekir.' Bi awayekî vekirî dibêje ku bê çawa derfetên gel pêkêî komekê kiriye. ermek e ewqas mezin encax li Tirkiyeyê bibe. Dibe ku rayedarên hikûmetê di demek nêz de ji cemaetê re bibêjin 'Me bi we re bi hezaran siyasetmedar girtin, bi dehan rojnameger girtin û rojnameger ji kar avêtin'.Yanî dibe ku hevkariya sûc ê hikûmet û cemaetê yek bi yek derkevin holê. Yên ku ji bo îqtîdarê û derfetan di nava hevkariyê de bûn niha ji bo îqtîdar û derfetan er dikin. Hikûmetê dît ku beriya hilbijartinê dê zirarê bibîne pave gav avêt. Ev hikûmeta ku ligel nerazîbûnên gel û raya gitî pave gav neavêtiye û vê yekê wekî egîdiyekê didît, li hemberî cemaetê pave gav avêt...

1528 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE