Mal  -  ROJANE
Li gelek bajarnTirkiye ketliama Robosk hat ermezarkirin
Dem : 2013.12.29  18:51:30
Bajarn Tirkiye Komkujiya Robosk li bajarn tirkiy j bi alakiyan girsey hat ermezar kirin

2. salvegera komkujiya Roboskê li bajarên tirkiyê jî hat emrezarkirin.

Li Îzmîrê bi pêengiya BDPê û HDPê ji meydana Besmane heta Sûmerbanka kevin meek hat organîzekirin.

Di meê de wêneyên rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ên dawî jî hatin hilgirtin.

Di mea ku hezaran kes tevlî bûn de, hevserokê BDPa Îzmîrî Cavît Ûgûr daxuyanî da.

Çalakgerên ku pitî daxuyaniyê xwestin ber bi walîtiyê ve bimein polîsan êriî wan kir.

Polîsên ku jop, gazê êriî wan kir, 21 kes kirin binçavan,

Û 8 kes jî birîndar bûn.

Komkujî li Balikesîrê jî bi pêengiya HDPê li ber saziya bacê, li Erdremît jî li kolana cumhûriyetê bi daxuyaniyên çapemeniyê hat ermezarkirin.

Li Edenê jî navend Seyhan û navçeya Yuregîr, taxên Daglioglu, gulbahçe, hûrriyet û akîrpaa bi sedan kes li hev kom bûn û rê li trafîkê girtin.

Li ser êria polîsan erê di navbera çalakger û polîsan de heta derengiya evê dewam kir.

Endamên Meclîsa HDKê ya Enqerê jî li parka Guvenparkê bi daxuyaniyeke çapemeniyê qurbaniyên Roboskê bibîranîn.

Pitî daxuyaniya çapemeniyê ji bo bîranîna qurbaniyan fener firandin hewayê.

Çalakiya din a li Enqerê li kolana yuksel li ber abîdeya mafê mirovan pêk hat.

Komkujî li Kocaeli, Bursa, Tekirdax, Çanakkale, Yalova û Mula jî hat protestokirin.

Li gelek navçeyên Stenbolê jî bi pêengiya BDPê û HDPê saziyên civakî me û daxuyaniyên çapemeniyê pêk hatin.

677 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE