Mal  -  ROJAVA
Kurdistaniyên Bakur û Rojava ji bo vekirina Sînor çalakî lidarxistin
Dem : 2014.01.13  13:15:33
Çalakiyên Kurdistaniyan ên protestokirina girtina sînorê bakur û rojava didomin. Kurdistaniyên ji Êfrînê, ji bo vekirina sînor çalakî lidarxistin, rastî êriþa hêzên dewletê hatin.

Gundiyên Gundê Bîkê ê navçeya Efrînê Bilbilê xwestin ku dewleta tirk sînor veke.

Gundiyan ji bo vê yekê li nêzî sînor çalakiyeke protestoyî lidarxistin.

Lêbelê hêzên artêþa tirk xwe li çalakiyê ranegirt, û ji bo belavkirina çalakvanan, gule bi ser wan ve reþandin.

Dema ku gundiyan di çalakiya xwe de israr kir, sûbayên arteþa tirk û muxtarê gundê Þarþîwê hatin cîhê bûyerê û bi çalakvanan re hevdîtinek pêk anîn.

Piþtî hevdîtinê bê ku bûyer derkevin, gundiyan daxwaza xwe ya vekirina sînor careke din anîn ziman û dawî li çalakiyê anîn.

1810 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJAVA