Mal  -  ROJANE
Aloziya li misr
Dem : 2014.01.14  18:32:41
Li misir referandm di bin siya teqinan de t kirin..

Li misrê vê sibê li avahiya adliyeya mezin a Qahîreyê bombeyek teqiya.

Di encamê de avahiyê zirareke mezin dît.

Ev bombe di roja yekemîn a dengdana referandûma destûra bingehîn a nû de bû nûçeyeke sereke.

Rêveriya demborî ya Cûntayê bangî gelê Misrê kir ku îro û sibê ji bo referandûma destûra bingehîn dengê xwe bikar bîne.

Ev referandûm ji bo rêveberiya cûntayê ku serokatiya wê general Abdulfettah El-Sîsî dike, weke ezmûnekê tê nirxandin.

Lê di vê ezmûnê de jî dengê erê û boykot heye.

Hukumeta nû ev bi qasî mehekê ye bi xemilandina qada tahrîrê û deverên girîng ên bajarên mezin kampanyaya 'erê' daye destpêkirin.

Dengê na yê di vê referandûmê de bi qasî ku tunebe ye.

Lewra muxalefeta sereke rêxistina birayên musluman vê referandûmê boykot dike.

Dîsa bi qasî mehekê ye li pêiya hemû camî û unîversîteyan mîlîtanên birayên musluman banga boykotkirinê dikin.

Wê dengdayîna di vê referandûmê de sibê heta êvarî berdewam bike.  

1407 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE