Mal  -  POLTKA
Xweseriya kantona Cizr
Dem : 2014.01.25  19:13:56
Ji bo lana rveberiya xweser ya kantona Cizr li gelek deveran prozbah tn organzekirin.

Rêxistina BDP'a Mîdyadê bi boneya silavkirina rêveberiya xweser ya kantona Cizîrê ahiyek organîze kir.

Di pîrozbahiya ku li ber avahiya BDP'a navçeyê pêkhat de pankarta 'bi ronahiya rojê, em rojava silav dikin' bi 4 zimanan hatibû daliqandin.

Parlementer Gulser Yildirim ku çend roj berê hatibû berdan jî li wir bû.

Hevserokê BDP'a Mîdyadê Îlhan Bayar û Fîlîz Iik gel silavkirin.

Pîrozbahî bi gotina stranan û gerandina govendê dewam kir.

Li Kerboranê jî, bi sedan kes xweseriya kantona Cizîrê silavkirin.

Namzeda navçeyê Zeyneb Sîpcîk gel silavkir.

Li Nisêbînê jî, bi sedan welatî li navenda Mîtanî hatin cem hev.

Di ahiyê de aredar Aye Gokkan û namzedên navçeyê Sara Kaya û Cengîz Kok jî amadebûn.

Li Cizîra Botan jî, bi sedan kes li taxa Cûdî hatin cem hev û xweseriya kantona Cizîrê silavkirin.

Li Wanê, bi pêengiya YDG-H'ê pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Di Pîrozbahiyê de bi sedan kes, rêveberiya xweser silavkir.

Û ciwanan di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku ewê xwedî li orea rojava derkevin.

Li Îzmîrê meclîsa ciwanan ya BDP'ê ji bo silavkirina xweseriya kantona Cizîrê me û ahiyek organîze kirin.

Rêveberiya xweser ya kantona Cizîrê, sibê saet 12'an de li Cizîra Botan wê bi meeke were silavkirin.

Li Geverê jî sibê saet 10'an de li ber otela Osloyê were pîrozkirin.

Li Qoserê jî, wê li qada azadiyê were pîrozkirin.

Rêveberiya xweser ya kantona Cizîrê li Qibris, bajarê Holanda Amsterdam û li paytexta Fransa Parîsê jî bi ahiyan hate silavkirin.

711 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA