Mal  -  POLTKA
HDP Namzedn xwe yN Stenbol dan nasn
Dem : 2014.01.26  17:13:06
Partiya demokratk ya gelan HDP' j lez daye xebatn xwe. Li gelek deveran mitng cvn hatin organzekirin...

Di çarçoveya xebatên Hilbijartinan de HDP'ê lez da xebatên xwe.

Ji bo danasîna namzedên HDP'a Stenbolê li qada îliyê mitîngek hat lidarxistin.

Di mitîngê tevî rêveberên BDP'ê, HDP'ê û HDK'ê bi hezaran kes amadebûn.

Welatiyên ku beriya Mitingê li qadê kom bibûn, li ber stranên hilbijartinê govend gerandin.

Mitînga ku bi îara 'bi rêveberiya xwe emê bajarê xwe bi rêve bibin', Namzedên HDP'a Stenbolê dan nasîn.

Paê Namzedên HDP'a Stenbolê Sirri Sureya Onder û Pinar Aydinlar xîtabî welatiyan kirin û projeyên xwe gotin.

Mitîng bi govend gerandinê bi dawî bû.

HDP'a Manîsayê jî bi merasîmeke namzedên xwe dan nasîn.

Manîsa bajarê mezin : M. Hamdullah Muftuoglu
Yunus Emre : Kerem Taylan û Hasret Çelîk
ehzadeler : Kyas Evliyaoglu
Turgutlu: Ramazan Sogukpnar û Latîfe Yanas
Salîhlî: Dr. Turgut Guler
Saruhanl: M. Nur Yaman, Gulsum Tozan
Alaehîr: Metîn Akdemîr, Zeynep Korkmaz
Golmarmara : Hayrî Erdogan
Soma: Cengîz Oz
Kula: Muhlîs Çîftçî
Sargol: Tekîn Ozel

HDP, li navçeya Hatayê Îskenderunê avahiya rêxistina navçeyê vekir.

Li Haymanaya Enqereyê jî starta xebatên hilbijartinê bi cîvîneke da.

Di cîvînê de hevseroka partiyê Sebahat Tuncel jî hebû.

Namzeda HDP'a Îzmîrê Pinar Turk diyarkir ku, ewê bi jinan re himendiya rêveberiyeke demokratîk ava bikin.

Pinar Turk ku yek jî namzedên ciwan yê HDP'ê ye di heman demê de berxwedêra Gezîyê ye.

Hevserokê BDP'ê Selahatîn Demîrta jî di çarçoveya xebatên hilbijartinan de li Antalyayê bû.

Demîrta li wê derê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Demîrta di axaftina xwe de balkiand ser axaftinên Erdogan yên derbarê TUSÎAD'ê de û got:

Divê birêz serokwezîr ji psîkolojiya pak bûne derkeve.

Demîrta derbarê erê desthilatdariyê yê di navbera AKP û rêxistina Gulen de jî wiha axivî:

Hemû derewînin. Ew jî ewê Pensîlvanyayê derewîn e, ewê Pensîlvanyayê jî ji wî. Xwedê wan bîne ser riya rast.

537 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA