Mal  -  POLTKA
Civna koma BDP'
Dem : 2014.01.28  17:46:33
Hevserok BDP' Selahattn Demrta di axaftina xwe ya li koma partiy de rveberiyn xweser n kantonn Cizr Koban yn Rojavay Kurdistan silav kir.

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrta di civîna koma partiya xwe de li ser bûyerên siyasî rawestiya.

Demîrta di destpêka axaftina xwe de bi wesîla salvegera mirina wan parêzvana mafên mirovan Ayenur Zarakolu rêveberê Med Zehrayê Îzettîn Yildirim bibîr anîn.

Demîrta di dirêjiya axaftina xwe de li ser dewleta paralel, sextekariyên hikûmetê, têkilî û nakokiyên hikûmet û rêxsitina gulen rawestiya.

Demîrta got civakên li Tirkiyeyê dijîn ne hewceyê vê hikûmetê ne û altenatîf siyaseta paqij "BDP û HDP'ê ne.

Demîrta di axaftina xwe de li ser pêvajoya çareseriyê jî rawestiya û got diviyabû di warê qanûnî de jî gavên pêwist hatibana avêtin. Lê hukumetê berpirsiyariya xwe bi cih neaniye.

Demîrta di axaftina xwe rêveberiyên xweser ên kantonên Cizîr û Kobanê silav kirin û poltîkayên êrîkar ên hikûmetê yên li hemberî Rojava ermezar kirin.

Demîrta wiha axivî:
"Polîtîkayên li ser Rojava jî bi heman awayî pêk tên. Serokwezîr li Brukselê dibêje em bi El Qaîde û PYD'ê re er dikin. Te kengê bi El Qaîdê re er kiriye? Ev yek ne rast e. Lê rast e ku tu li dijî PYD'ê er dikî. Li Rojava xweserî hatiye îlankirin divê herkes jêre rêz bigire."

737 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA