Li navçeya Riha Sêweregê jî namzetên BDPê Sevînç Îzol û Metin Özbadem tevlî civîna li taxa Esmerçayir bûn.
Xebatên namzetên BDPê li navçyên Amedê jî didomin.
Namzetên Çinar, Yeniþehir û Sûrê di çarçoveya xebatên hilbijartinan de çûn serdana gûndan.
Li navçeyên Amed Hezo û Erxanî û navçeya Sêrt Misircê bûroyên hilbijartinan hatin vekirin.
Namzetên Çewlîkê Îhsan Çakabay jî çû serdana esnafên bajêr.
Çakbay paþê çû ziyareta termînala otobûsan û kooperatîfa otobûsên nava bajêr û li pirsgirêkên esnafên termînalê û þoforan gohdarî kir.
Li aliyê din li Riha tevlîbûnên ji bo BDPê didomin.
Li Sêweregê malbata Karageçî bi merasîmekê derbasî partiya BDPê bûn.
Merasîma ku li avahiya BDPê pêk hat, Malbata Karacgeçî namzet Sevînç Îzol û Metîn Ozbadem û rêveberên BDPê gelek kes tevlî bûn.
Tevlîbûneke din a li Rihayê jî li Karakopru pêk hat.
Malbata Badilî ku li gûndê Baþoren rûdinin piþtî serdana namzet Gulay Koca û Serhat Erdem derbasî BDPê bûn.
Yek ji malbata Badilî Haci Osman Badilî got, ji niha û pê de wê malbata me dengên xwe bidin partiya xwe. Êdî heta ez bimrim BDP'yî me.