Mal  -  POLTKA
Civna koma BDP'
Dem : 2014.02.04  19:17:13
Hevserok BDP' Selahattn Demrta di civna koma partiya xwe ya mecls de axiv. Demrta got er AKP rxistina Gulen ne er ji bo demokrasiy ye di 30' Adar de w civak ders bide AKP'. Hevseroka PYD' Asya Ebdullah j civna koma BDP opand.

Di destpêka axaftina xwe de Demîrta li ser dozên mirovên ji aliyê polîs û eskerên dewletê ve hatine kutin, rawestiya.

Demîrta bi bîrxist ku dozên derbarê polîsên ciwan qetilkirine de, birine bajarên cûda û got bi vê yekê dadgeriya tirk dixwaze rastiyê veêre.

Li ser mijarê Demirta ev nirxandin kir:"Siyasetvan, xwendekar, rojnamevan, parêzer, aredar, jin û ciwan ji ber di nav siyaseta demokratîk de cih girtine û li hemberî sextekariyan helwest nîan dane niha girtîne lê polîsên kujer serbest in. Tekane rêya hesapirsîne heye: Ev jî di hilbijartinan de bersivdayîneke xur e. Dem hatiye ku desthilatdarî hesab bide gel."

Hevserokê BDP'ê li ser vegotina dewleta paralel a ku AKPyî hertim destnîan dikin jî got: Eger ew dibêjin dewleteke parelel heye hingê divê hisabek were dayîn.

Demîrta di axaftina xwe de têkiliyên derve û dîplomasiya Tirkiyeyê yên van demên dawî jî rexne kirin.

Di axaftina xwe de Demîrta bahsa astengiyên Tirkiye derxistibû pêiya Hevseroka Gitî ya PYD'ê Asya Ebdullah jî kir û wiha dewam kir:"Tirsa herî mezin a hikûmeta AKP'ê orea Rojava û rêveberiyên rojavayê Kurdistanê ye. Li Rojava li sê kanton hatin îlankirin.  Divê êdî di mijara Rojava de Tirkiye rûnê û hinekî bifikire. Li ûna ku êrî bike, bila pitgiriyê bide  xebatên ji bo demokrasiyê da ku Sûriyeyeke demokratîk pê bikeve. Emê heya dawiyê pitgiriyê bidin orea Rojava û xweseriya ku hatiye îlankirin."

 

772 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA