Mal  -  POLTKA
Xebatn Meclisa Rveber a kontona Cizr
Dem : 2014.02.04  19:21:08
Xebatn Meclisa Rveber a Kontana Cizr bi civna desteyn kar xebatan dewam kir.. Doh li gel rvebern 4 desteyn kar xebatan civn pek hat..

Serokê Meclisa rêveber a xweser a Cizîrê Ekrem Heso û herdû cîgirên wî li navenda meclisê ya li bajarê Amûdê bi serokên desteyên kar û xebatan re hatin cem hev..

Bi Serokê Desteya Maliye, Desteya Kar û Barên Civakî, Desteya aredariyan û desteya Çavdêriyê re li ser mijarên weke êwazê tevlîbûna nava saziyan û têkilaya van saziyan a bi desteyan re hate gotûbejkirin.

Li gel Desteya aredariyan jî sazî û komîteyên girêdayî desteyê hatin destnîankirin..

Li gorî vê aredariyên Gel, Komîteya Zabiteyê, Komîteya Veguhestina Bejahî, Komîteyên Maliye yên girêdayî aredariyan û komîteyên xizmetê yên çêkirina rêyan wê girêdayî Desteya aredariyê bixebitin.

Pitî civînê Desteya Karê Derve ya Herêma Cezîrê jî bi armanca nirxandina kar û xebatên xwe hate cem hev.

Civîn li navenda PYD'ê ya Qamilo bi awayekî ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin.

Serokê Desteya Karê Derve ya herêma Cezîrê Salih Gedo û her du cîgirên wî Emîna Osê û amîran emûn, her wiha 3 êwirmendên Desteya Karê Derve Rola Helîm, Fedil Mûsa û Derwî Derwî tevlî civînê bûn.

Pitî civînê Wezîrê Karê Derve yê Herêma Cezîrê Salih Gedo agahî dan ANHA'yê û got di civînê de projeyên xwe yên kar destnîan kirine û endamên Desteyê li gorî belgeya desnîankirî, hatin erkdarkirin.

Gedo, da zanîn ku wê di demeke pir nêz de dest bi kar û xebatên xwe bikin û serdana welatên Ewropayê jî bikin.

Gedo, got wê bi hemû îmkanên xwe hewil bidin deriyên sînor bêne vekirin û dawî li embargoya li ser herêmê bînin.

639 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA