Mal  -  POLTKA
Hilbijartinn xwecih yn 30' adar
Dem : 2014.02.08  17:13:05
HDP' Xebatn xwe didomne

Namzetên Hevserokatiya aredariya Tûrgûtlûyê yê HDP'ê, di çarçoveya xebatên hilbijartinan de li Taxa Ataturk bi gel re hatin cem hev.

Hevserokên aredariya HDP'ê Remezan Sogûkpinar û Latîfe Yanat projeyên xwe ji welatiyan re vegotin.

Sogûkpinar da diyarkirin ku HDP ji bo wekheviya hemû gelan têkoînê didin meandin.

Li navçeyen Îzmîrê Torbali û Karabaxlarê bi tevlîbûna hevserokê gitî yê HDPê Ertûgrûl Kurkçu,  namzet Osman Ozçelîk û Pinar Turk û bi sedan welatiyan, buroyên hilbijartinê hatin vekirin.

Li navçeya Îzmîr Tîrê jî bi tevlîbûna sedan kesî avahiya HDPê hat vekirin.

Namzedên aredariya HDPa Aydinê jî li taxa Yenikoy bi gel re hatin cem hev û pitgirî xwestin.

Hevseroken HDPa Bajarê mezin a Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Pinar Aydinlar jî bi tevlîbuna sedan kesî li Taxa Veysel Karanî ya Sancaktepe, buroya hilbijartinê vekirin...

Namzedên Hevserokatiya aredariya Kadikoyê Mukaddes Çelîk û Îsmet Sadikoglu jî esnafên bajêr ziyaretkirin û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin...

Namzedên Hevserokatiya aredariya HDPa Edenê jî, di çarçoveya xebatan de, çûn serdana Adana Demirsporê...

Namzeda Hevserokatiya aredariya HDPa Seyhanê Ayhan Bîlgîn û yê Yuregirê, uhap Bolkan jî, li taxa Sarihamzali ya Seyhanê bi co hatin pêwazîkirin û bi gel re civîn pêk anîn.

Namzedê navçeya Îskenderûn a HDPa Hatayê jî Ercüment Kimyon, ji bo panela bi sernavê 'veguherîna bajêr' ku wê sibê seat 12an li salona konferansê ya odeya Ticaret û Sanayî pêk bê, banga tevlîbûnê kir...

1076 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA