Mal  -  POLTKA
LI BEGIR BUROYA HILBIJARTINAN HAT VEKIRIN
Dem : 2014.02.17  21:48:00
Xebatn hilbijartinn yn BDP, li herma Serhed j bi awayek berfireh dewam dike.

Li navçeya Wanê Begirê du buroyên hilbijartinan hatin vekirin.

Yek ji buroyan navê gerilayê HPG Canfeda Dag ê jiyana xwe ji dest dayî,lê hat kirin.

Parlementera Wanê ya serbixwe Aysel Tugluk, namzedên hevserokatiya aredariyê Mehmet Ali Tunç û Safire Gune silav dan gel û paê buro hatin vekirin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ YÊN 30 ADARÊ
LI HERÊMA SERHEDÊ XEBATÊN HILBIJARTINAN BÊNAVBER DIDOMIN
Namzedên hevserokatiya aredariya Tubayê Oner Yîgît û Hatîce Gunel û namzeda hevserokatiya aredariya bajarê mezin a Wanê Hatîce Çoban, li pirsgirêkên gel guhdarî kirin.

Namzedên aredariya Artêmêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn û Abdulkerîm Sayan jî li taxa TOKIyê buroya hilbijartinan vekirin.

Pitî vekirina buroyê namzed çûn serdana gundên Megetang, Engil, Kerevans, Gêm û Goganisê.

Namzedên aredariya Îpekyolu Aygul Bîdav û Veysel Keser jî, li taxên TOKI ya Kevenlî û Buzxaneyê bi gel re sohbet kirin.

Namzedê aredariya elbakê Îhsan Guler jî çû serdana gundê Kanîspiyê.

Namzedên aredariya Westanê Gonul Denîz û Basrî Aslan li gel parlementer Nazmî Gur xebatên hilbijartinan didomînin.

Û çûn serdana gundên Deniz, Aslan, Gur, Îkîzler, Yemilik û Abalyê.

Namzedên aredariya Erdîê Dîba Keskîn û Abdurahman Çagan bi êniyên gundên Kirgiziyan re hatin cem hev.

Namzedên Çldêranê Suna Atabay û Faruk Demîr gund bi gund, mal bi mal û tax bi tax digerin.

Herwiha namzedan gundên Han û Hecî-Xatun jî ziyaret kirin.

BDP, li navçeya Aralik a Îdirê jî buroya hilbijartinan vekir.

Li bajarokê Xoxeberê jî, komeke AKP yî bi merasimekî tevlî BDP bûn.

Kesên nasdar ên herêmê Yusuf Karasu û Nurettîn Kargan tevî girseyekî qelebalix bûn endamê BDP.

Li Agiriyê jî, xebatên namzedan dewam dikin.

Namzeda hevserokatiya aredariya AGiriyê Muqaddes Kubilay, li taxên Yavuz û Kazmkarabekîr bi gel re hate cem hev.

Namzedên hevserokatiya aredariya Bazîdê Rohat Ozbay û Delal Tekdemir jî, li taxên Uluyol, Hurriyet û Îshak Paayê li bendewariyên gel guhdarî kirin.

Namzedên hevserokatiya aredariya Mûê Nîmet Sezgîn û Halîde Bulak jî, li taxa Muratpaa bi tevlîbûna sedan kesî buroya hilbijartinê vekirin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ YÊN 30 ADARÊ
LI RIHAYÊ DI ATMOSFERA MÎTÎNGÊ DE BUROYA HILBIJARTINAN HAT VEKIRIN
Li rihayê, li taxê Xelîliye û Karakopruyê bi awayekî girseyî buroyên hilbijartinan hatin vekirin.

Pitî vekirina buroyan Osman Baydemîr û Leyla Akça, çûn serdana gundê Girêsipî.

562 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA