Þerê di navbera Hêzên Muxalefetê û Hêzên Rejîma Sûrî de, Heleb di serî de li derdora Þamê û navçe û bajarên li ser sînorê Lubnanê zêde dibe.
Þerê li Helebê ku him di navbera Hêzên opozîsyonê û Rejîmê û him jî di navbera van hêzan û rêxistina DAÎÞ'ê de pêk tê.
Di þerê navbera aliyan de, herî zêde sîvîl tên kuþtin an jî zirarê dibînin.
Agahiya dawîn a derbarê kuþtina sivîlan de ji bakurê Helebê hat.
Li vêderê Komên DAIÞ`ê bajarokên Turkman û Exterînê û Tilrifetê yên Bakurî Helebê topbaran kirin û di encamê de hijmarek welatiyên sivîl jiyana xwe dest dan û zarokek jî birîndar bû .
Piþtî vê topbaranê çekdarên opozisyonê di encama þerekî de herêm xistin bin destê xwe.
Hêzên rejîmê jî herêma Mesakin Henano bombebaran kirin û di encamê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan.
http://www.youtube.com/watch?v=Dedac80jHvw
Di vê navberê de bêencammayîna hevdîtinên Cenev-2, bû sedem ku Rûs û Amerîkî li hev sor bibin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkî Conn Kerî tevî rejîma Sûrî berê tîrên xwe da Rûsyayê jî.
Kerry da xuyakirin ku di dema lidarketina hevdîtinên li Cenevê de gelê sivîl, rastî êrîþên bi bombeyên varîl hatiye û mehkûmî birçîbûnê hatiye kirin.
http://www.youtube.com/watch?v=LdJcVeUE1Z4
Kerî got, "Ji bo zextê bikin em bang li piþtevanên rejîmê dikin. Eger rejîm xwe nêzî li hevkirinê neke, wê ji vê yekê berpirsyar be."
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî got di þûna þandina topan de divê ji Sûriyeyê re nan bê þandin û diyar kir ku di ser welatên cîranên Sûriyeyê re gelek çek û cebilxane ji hêzên radîkal re tên þandin.