Mal  -  POLTKA
HEVSEROK HDP' ERTUGRUL KURKU MIJARN DI ROJEV DE NIRXANDIN
Dem : 2014.02.18  20:12:29
Li Parlemena Tirkiye civna koma BDP HDP pk hat..

Malbatên girtiyên nexwe û girtiya nexwe a ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hatibû berdana Hadiye Aksoy tevlî civîna koma BDP û HDP bûn.

Hevserokê Gitî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu di axaftina xwe ya li Meclîsê de diyar kir ku çalakiyên Parka Gezî ye ji serhildanên herî girîng ên dîroka Komara Tirkiyeyê ne.

Kurkçu diyar kir ku Rûmeta berxwedêrên Gezî rûmeta wan û got, ew ê heta dawiyê wan biparêzin û wiha got:

Ertûgrûl Kurkçu bal kiand ser pêvajoya çareseriyê jî û anî ziman yek ji mijarên girîng ên pêvajoya çareseriyê rewa girtiyên nexwe e..

REWA GIRTIYÊN NEXWE

"Ji bo serbestberdana girtiyên nexwe ku mijara me ya herî girîng e hikûmet ti gavê navêje. Girtiyên nexwe nayên berdan. Dema Kurd û mûxalefet dibe mijara gotinê her êweyên bêdaletiyê tê kirin, lê belê bersûcê rêza yekemîn ê kutinên kiryar ne diyar Mehmet Agar di rûnitina taybet de îfadeyê dide."

Kurkuçu bibîr xist ku di dema AKP'ê de zanîngeh veguherîne lekergehan û anî ziman ku li van lekergehan derfetên îfade û lêkolînê yên xwendekaran hatine astengkirin.

Ertugrul Kurkçu diyar kir ku Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan di dema berxwedana Gezî de du derewên mezin kirine û wiha dewam kir..

'DU DEREWÊN MEZIN ÊN ERDOGAN HENE'

"Yek jê îdîaya vexwarina alkolê li mizgeftê ye. Rojnameya Zamanê bi xwe ekere kir ku li mizgeftê alkol nehatiye vexwarin. Ekere kir ku qutiyên bîrayê pitre birine mizgeftê. Tayyîp Erdogan hê jî heman derewê dike. Derewa duyemîn jî , îdîaya êrîa li dijî jinên sergirtî ya berxwedêrên Gezî ye. Heta roja îro bi ti awayî nehatiye îspatkirin. Emê heta dawiyê îdîaya êrîa li dijî jineke biopînin. Lê belê rûmeta berxwedêrên Gezî rûmeta me ye û emê vê rûmetê heta dawiyê biparêzin."

Kurkçu anî ziman ku Serokwezîrê Tirk Erdogan pesnê xwe dide û dibêje 'Me deynê IMF'ê yê li Tirkiyeyê daye' û got:

'400 DOLAR MÎLYAR DEYNÊ TIRKIYE HEYE'

"Belê we deynê ÎMF'ê dan. Lê belê yekane deynê we ne ew e. 400 mîlyar dolar deynê derve li we ye. Aboriya Tayyîp Erdogan ji binî ve diheje. Tayyîp Erdogan dibêje vê yekê lobiya faîzê dike, dibêje vê TUSÎAD dike. Desthilatdariya Tayyîp Erdogan gelekî bi kêrî hêzên derve hat. Erdogan wê cezayê daxwaza xwe ya avakirina desthilatdariya tekîtiyê bide."

578 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA