LI MISRÊ ÎSTIFAYA HIKUMETÊ
Dem : 2014.02.24  19:08:14
Serokwezîrê Misrê Hazim Bablewî, derkete televîzyoanan û îstifaya qabîneya xwe ragihand.

Serokwezîrê Misrê Hazim Bablewî piþtî cûntaya 3'yê îlona 2013'an hatibû wazîfedar kirin.

Di kabîneya wî de jî bêtir mirovên teknokrat cîh digritin.

Bablewî sedema îstifaya xwe negot.

Bi gotina 'rewþa vê dawiyê ya li welat pêk hatiye, bûye sedem ku ew îstifa bike' sedema îstifaya xwe tarîf kir.

Lê ji vê zêdetir sedema îstifaya hukumetê grevên vê dawiyê ne ku hema hema herroj li welêt dikevin rojevê.

Grevên giran ku zext li hukumetê dikin; ji sektora xizmetê hatin.

Bi taybetî paqijiya navçe û bajaran, ranekirina çopê û tevî tunebûna gazê li ber pirsgirêkan mezin vedike.

Ji dema desthilatdariya vê hukumetê ve heta niha zêdetirî hezar kesî hatiye kuþtin ku piraniya vana endamên tevgera Birayên Musluman bûn.

395 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJHILATA NAVÎN