Weke sala 2006'an Careke din li ezmanên Lubnanê balafirên þer ên Îsraîlê peyda bûn.
HEDEF BAREGEHÊN LEÞKERÎ YÊN HÎZBÛLLAHÊ BÛN Li gorî ajansa neteweyî ya Lubananê Hêzên Hewayî yên Israîlê doh li nêzî sînorê Sûriyeyê li rojhilatê Lubnanê li dijî barageha leþkerî ya Hîzbûllahê êrîþa heewayî pêk anî.
Êrîþa hewayî li dijî nêzî sînorê Sûriyeyê li nêzî bajarê Nabî Þît a Lubnanê pêk hat. Hate hînbûn ku Hêzên Hewayî yên Israîlê li dijî herêmê du êrîþ pêk anîne.
Li gorî rêxistina Þopandina Mafê Mirovan a Sûriyeyê, di hedefa êrîþa hewayî de barageha leþkerî ya rêxistina Þîî ya Hîzbullahê ya Lubnanê hebû.
Di mijara êrîþê de rayedarên Israîlê daxuyaniyek hêj nedane.
Tê bawerkirin ku li bajarê Nabî Þît depoyên çekan yên Hîzbullahê hene.