Mal  -  CHAN
ALGIRN REJMA BER LI KIRIM AVAHIYN HUKUMET DAGIR KIRIN
Dem : 2014.02.27  18:49:21
Li kraynay kabneya n ya wezran dest bi kar xwe kir, l bel neyn ji Kirim hatin, btir bn rojev.

Komek kesên çekdar vê sibê parlamentoya Kirimê dagir kir.

Saet ji 4'ê sibê û pê ve, komên çekdar ên li pêiya avahiyê kom bûn, bêyî astengiya ewlekaran ketin hundur û dest danîn ser avahiyê.

Îro ji hemû xebatkarên Parlementoya Kirimê re betlane hat îlankirin.

Ajansên navneteweyî radighînin ku li ser parlamento avahiyên din ên fermî, li cihê ala Ûkraynayê, ala Rûsyayê hatiye daliqandin.

Kesên çekdar wekî din jî di ketina avahiya parlementoyê de polîsên ku barîkat danîne hîn zêdetir bala xwe dan ser Saziya Wezîran a Kirimê.

Tê diyarkirin ku komên avahî dagir kiriye, alîgirên serokdewletê berê Viktor Yanukovîç in û rûsên li vî welatî ne.

Li Kirimê Tatarên musluman jî ji rewê nerazî ne.

Di vê navberê de, hukumeta nû ya Ûkraynayê jî dest bi wazîfeya xwe kir.

Heya hilbijartinên ku wê 25'ê Gulanê pêk bên, serokê Partiya Welat Arsenî Yatsenyuk ji bo serokwezaretiya kabîneyê hat wazîfedarkirin.

1192 car hate xwendin
Parve Bike  
CHAN