LI QATAR TEQN
Dem : 2014.02.27  19:03:21
Li paytexta Qatar Dohay di encama teqnan 12 kes can da 31 kes birndar bn.

12 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA
Li gorî agahiyên televîzyona Qatarê, li paytext Dohayê îro danê sibê li restoranteke Tirk a li nêzî stasyoneke benzînê teqînek çêbû.

Di encama teqînê de 12 kesan can da û 31 kes birîndar bûn, lê der heqê nasnameya wan de ti agahî nehat dayîn.

Der barê sedema teqînê de jî hîna ti daxuyanî nehatine dayîn.

Hat ragihandin ku ji ber teqînê avahî û maînê li derdora navenda bazarê, zerareke mezin a madî çêbûye.

Tê gotin ku hêzên ewlekariyê li derdorê tedbîrên berfireh ên ewlekariyê girtine.

497 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJHILATA NAVN