Ciwanên ku li ber zanîngeha Dîcleyê lihevkombûn 2 milan ve dest bi meþê kirin.
Pîþtî meþê ciwanan li baxçeyên Hewselê çalakiya runiþtinê pêkanîn.
Paþê li ser navê ciwanan Huseyîn Kaya axivî û wiha got:
Çalakiya me ya li dijî wêrankirina xwezayê bidome û lazime herkes berê xwe bide vê derê.
Dûre hevseroka BDP'a bajêr Zubeyde Zumrut di çalakiyê de axivî, çalakiya ciwanan silavkir û got:
'Ev polîtîkayeke nû ya dewletê ye, em destekê didin çalakiya ciwanan, divê herkes xwedî li xwezayê derkeve.
Namzedê BDP'a Sur'ê Seyîd Narîn jî got qirkirina xwezayê êrîþa li dijî xaka gel e.
Piþtî axaftinan ciwan li wê derê man û polîsên Tirk jî bend li ser hemû riyên ku diçin hewselê danîn.