Dseldorf Amadekariyn Newroz Qediyandin
Dem : 2014.03.20  18:17:06
Newroza bajar Almanya Dusseldorf w 22'y Adar bi organzasyona 60 rxistin partiyan b lidarxistin. Amadekariyn Newroz ber bi qedandin ve diin. Organizatoran banga tevlbna Newroz li herkes kir.

Newroza bajarê Almanya Dusseldorfê wê 22'yê Adarê bi organîzasyona 60 rêxistin û partiyan bê lidarxistin.

Amadekariyên Newrozê ber bi qedandinê ve diçin.

Organizatoran banga tevlîbûna Newrozê li herkesî kir.


NEWROZA 2014
DUSSELDORF AMADEKARIYÊN NEWROZÊ QEDIYANDIN


Amadekariyên dawî ji bo Newroza bajarê Almanya Dusseldorfê a bi îara "Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad" xelas bûn.

Newroza îsal, rêxistinên Laz, Çerkez, Ermenî, Rum, Arap, Asurî-Suryanî-Keldaî jî di nav de, ji aliyê 60 rêxistinan tê organîzekirin.

Li qada pîrozbahiyê sembolên gelên Mezopotamya, Anatolya û Kafkasya wê cih bigrin.

Li ser dike jî wê posterên Rêberê Gelê Kurd A. Ocalan, Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan, Denîz Gezmî, Mazlum Dogan û Hrant Dînk bên daliqandin.

Di pîrozbahiyê de, wê komên muzîkê û lîstikên gel ên hemû gelan temsîl dikin, bên pêkêkirin.

Endamên organîzasyonê diyar dikin, ku Newroz  cejna vejîn û azadiyê ye û bang li herkesî dikin daku têkoînê bilind bikin.

Endamê axa Nor Zartonk Aleksîs Kalk anî ziman ku cejna Newrozê cejna hemû mirovatiyê ye.

Kalk got, weke gelê bindest dive em agirê Kawa ge bikin û têkoînê li dijî neheqiyê bilind bikin.

Hevserokê Lazebura û solîsta koma Tutastê Nurten Altunba jî bi lazî got "bijî biratiya gela".

Altunba diyar kir ku Newroz rihê biratî û pitevaniyê ye û herkes vexwend Newrozê.

Endamê rêveberiya DÎDFê Huseyin Avgan jî, keyfxwesiya xwe a Newrozê anî ziman û banga biratiyê kir.

Her wiha Serokê AABF Huseyin Mat,

Li ser navê Asurî-Suryanî-Keldaniya abo Akgul,

Nûnerê KKP Kemal Bîlget,

Endamê AVEG-Konê Bakî Selçuk,

Û serokê ATÎFê Suleyman Gurcan, anîn ziman ku Newroz bi hevpariya Hêzên Demokratîk tê organîzekirin û banga tevlîbûna mea Newrozê li herkesî kir.

340 car hate xwendin
Parve Bike  
AND HUNER