Li hember zextan ji girtgeha servekir frar dikin!
Dem : 2014.03.24  19:21:54
Li Girtgeha Servekir ya Amed, girt li hember zextn, midr girtgeh Mustafa Eltekn ku t diakirin njadperest e yek bi yek ji girtgeh frar dikin. Girtiy bi nav Nesh Bogdu end deqe beriya ku frar bike xwe gihand DHA'y diyar kir kir ku di nava 2 mehan de 30 kes firar kiriye li hember zextan ew j firar dike.

Li Girtîgeha Servekirî ya Amedê, girtî li hember zextên, midûrê girtîgehê Mustafa Eltekîn ku tê îdiakirin nîjadperest e yek bi yek ji girtîgehê fîrar dikin. Girtiyê bi navê Nesîh Bogdu çend deqe beriya ku fîrar bike xwe gihand DÎHA'yê û diyar kir kir ku di nava 2 mehan de 30 kesî firar kiriye û li hember zextan ew jî firar dike.

Girtiyên ku salekî kêmtir cezayên wan bimînin, li girtîgehên servekirî dimînin û di rojên dawî de ji Girtîgeha Servekirî ya Amedê bûyerên balkê diqewimin. Li gorî îdiayan midûrê Girtîgeha Servekirî ya Amedê Mustafa Eltekîn kesekî nîjadperest e, fermanê dide gardiyanan da ku zextan li girtiyan bikin. Girtiyê bi navê Nesîh Bogdu anî ziman ku ev demeke li hember girtiyan zext tên meandin, pêkanînên rûmet ikandinê diqewimin. Bogdu diyar kir ku midûrê girtîgehê Eltekîn girtiyan ji bo karê xwe yê taybet dide xebitandin û destavê jî ji girtiyan dide utin. Bogdu destnîan kir ku zext pir zêde bûne û wiha got: "Ji ber pêkanînan tu kes nikare biaxive, an jî bi riya parêzerên xwe giliyê girtîgehê bike. Girtiyên ku gilî bikin, diînin girtîgehên girtî, rastî cezayên dîsîplînê tên."

Girtiyê ku got ez ê niha firar bikim, firar kir

Bogdu bilêv kir ku di nava du mehên dawî de 30 kesî ji girtîgehê firar kirine û ji ber pêkanînên dij mirovî ji bilî fîrarê tu rê namîne, ew jî li hember zilmê fîrar dike û wiha got: "Ez ê jî firar bikim. Wekî din çareya min nîne. Ji bo bêtir zilm li hevalên min neyên kirin, rastî derkevin holê ji we re radigihînim. Ez ê niha firar bikim."

Derket holê ku roja Nesîh Bogdu, bi riya telefonê xwe gîhand DÎHA'yê, ew roj firar kiriye. Midûrê girtîgehê Mustafa Eltekîn der barê îdiayên Bogdu, îdia kir ku titên Bogdu aniye ziman ne rast in û ji bo firarkirina girtiyan jî wiha got: "Carnan titên wiha pêk tên." Agahî ji Bogdu yê ku firar kiriye nayê girtin û heta niha rayedaran der barê mijarê tu daxuyanî nedane.

Her wiha di 6'ê çileya 2014'an de 7 girtiyan li hember zextan ji girtigehê firar kiribûn û ev nûçe di çapemeniyê de cih girtibû.

614 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN