Mal  -  CIWAN
CIWANN KURD DADIKEVIN QADAN
Dem : 2014.04.06  18:49:47
Kordnasyona Komaln ciwan derbar hle sextekariyn AKP' de daxuyaniyeke weand. Komaln Ciwan di daxuyaniy de bang li ciwann oreger, welatparz sosyalst kir da ku xwed li radeya gel Agiriy derkevin.

Kordînasyona Komalên ciwan derbarê hîle û sextekariyên AKP'ê de daxuyaniyeke weand.

Komalên Ciwan di daxuyaniyê de bang li ciwanên oreger, welatparêz û sosyalîst kir da ku xwedî li îradeya gelê Agiriyê derkevin.


LI DIJÎ DIZÎ Û SEXTEKARIYA AKP'Ê CIWANÊN KURD DADIKEVIN QADAN
KOMALÊN CIWAN: LI KURDISTANÊ TI REWABÛNA AREDARIYÊN AKP'Ê TINE


Koordînasyona Komalên ciwan ku derbarê dizî û sextekariya AKP'ê de daxuyaniyeke nivîskî weand û bal kiand ser berxwedana Agiriyê û wiha got:

'Agirî, di heqîqeta Kurd û Kurdistanê de, keleha berxwedan û serhildanê ye. Kes nikare îradeya gelê me yê welatparêz binpê bike.'

Komalên ciwan di dewama daxuyaniyê de daxuyakirin ku AKP êrîî îradeya demokratîk ya gel dike û got: AKP ya ku li Kurdistanê têk çû dixwaze bi êrî û hîleyan encam bidest bixe.

Komalên ciwan di daxuyaniyê de wekî din bal kiand ser çalakiyên li Serêkanî, Wêranar, Bazid û tevahiya Kurdistanê û wiha bang li ciwanan kir;

'DIVÊ CIWAN ÎRADEYA GEL BIPARÊZIN'

'Encamên hilbijartinê çawa dibin bila bibin, aredariyên ku AKP bi îtîraz û hîleyan li Kurdistanê bidest bixe, ji bo me ne rewa ne. Lewma divê ciwanên Kurdistanê mafê xwe yê parastina rewa heya dawî bikar bînin. Em bang li tevahiya ciwanên welatparêz, oreger û sosyalîst dikin da ku li îradeya ku gelê me li Agiriyê nîan daye xwedî derkevin.'

Komalên ciwan di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir da ku bi rola xwe ya pêengiyê rabin û li her derê serî hildin.

476 car hate xwendin
Parve Bike  
CIWAN