zextên li girtîgehan dewam dikin
Dem : 2014.04.08  17:17:53
zextên li girtîgehan dewam dikin û di rapora Platforma Têkoþîna li dijî Tecrîdê jî ev yek hatiye destnîþankirin.

 zextên li girtîgehan dewam dikin û di rapora Platforma Têkoþîna li dijî Tecrîdê jî ev yek hatiye destnîþankirin.


RAPORA DER BARÊ REWÞA GIRTÎGEHAN DE
ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKÊN LI GIRTÎGEHAN TECRÎD E


Platforma Têkoþîna li dijî Tecrîdê, di rapora xwe ya sala 2014an de binpêkirina mafan li girtîgehan rêz kirine.

Nûnerên platformê, li ber avahiya Wezareta Dadê raporê bi raya giþtî re parve kir.

Li ser navê platformê Suleyman Fakîr raporêk xwend û destnîþan kir, ku ji girtîgehan her roj tabut derdikevin.

Fakîr got, çavkaniya hemû pirsgirêkên li girtîgehan rêbaza tecrîdê ye û lazime derhal dawî li tecrîdkirina girtiyan were.

Wekî din, mafên girtiyan yên spor, sohbet, ragihandin, hevdîtin û telefonê jî têne astengkirin.

ZEXTÊN LI GIRTÎGEHAN
8 MEH CEZA DAN GIRTIYÊN JIN

Li aliyê din, li girtîgeha jinan a Karataþê, 8 meh cezayê zêdetir dan 8 girtiyên jin.

ji ber ku girtiyên jin, li dijî derketine ku li derdora hewþa bêhnvedanê têlên rêsayî bên danîn, ev ceza li wan hate birrîn.

Berî demekê dîsa ji ber vê yekê girtiyên jin hatibûn derbkirin û ketibûn ber lêpirsînê.

Li girtîgeha jinan a Karataþê, binpêkirina mafan her dewam dike û ÎHD ya Edenê ragihand, ku piþtî wezîfedarkirina mudurê nû yê girtîgehê zextên li ser girtiyan zêdetir bûne.

846 car hate xwendin
Parve Bike  
JÎNGEHA KÊDE