SEMPOZYUMA PERWERDEYA BI ZIMAN DAYIK
Dem : 2014.04.12  19:23:09
Sempozyuma 'Perwerdeya bi Ziman dayik ya ji aliy SAMER Kurd-Der ve t organzekirin, li Amed destp kir. Sempozyum Perwerdeya bi ziman dayik w du roj dewam bike.


Sempozyuma 'Perwerdeya bi Zimanê dayikê ya ji aliyê SAMER û Kurd-Derê ve tê organîzekirin, li Amedê destpê kir.

Sempozyum Perwerdeya bi zimanê dayikê wê du roj dewam bike.


SEMPOZYUMA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ
LI AMEDÊ DESTPÊ KIR Û WÊ DU ROJ DEWAM BIKE

Bajarê Amedê dîsa ji sempozyumeke dîrokî re mêvandariyê dike.

Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî SAMER û KURDÎ-DERê sempozyumê organîze dikin.

Sempozyumê li navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn destpê kir û wê du roj dewam bike.

Di sempozyumê de Modlên Perwerdeya bi zimanê dayikê, derfet û astengiyên heyî werin gotûbêjkirin.

ji gelek bajaran zimanzan, akademisyen û pispor tevlî sempozyumê dibin û axaftina destpêkê ya sempozyumê hevseroka aredariya bajarê mezin ya Amedê Gultan Kianak kir.

Kianak destnîan kir, ku ev 90 salin gelê kurd ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê têkoiyaye.

Serokê KURDÎ-DERê Mustafa karaman axaftina vekirina sempozyumê kir û got, divê mafê nasname û statuya siyas ya kurdan were naskirin, li her derê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û derfetên heyî li gor ert û mercê cîhanê bên sererastkirin.

Di sempozyumê de mijarên wê du roj li ser bên gotûbêjkirin, ev in;

"Ji aliyê biwêj û têgehî de zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê,

"Di pêveçûna nasnameyê de rola zimanê dayikê, Girîngiya Zimanê Dayikê û pirrzimanî,

"Zayenda civakî û zimanê dayikê,

"Xweseriya Perwerdeyê û Perwerdeya Zimanê Dayikê.


Perwerdekara Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. Fatma Gok jî axivî, bedaran silav kir û got, perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye û divê bi ti awayî pêî lê neyê girtin.

Pitî axaftinên destpêkê rûnitina îro ya sempozyumê bi dawîbû.

Sempozyum wê sibê jî bidome...

353 car hate xwendin
Parve Bike  
AND HUNER