Mal  -  JIN
DOZA TECAWZ YA KEA 13 SAL O.Y
Dem : 2014.04.15  19:28:59
Di dor de neyn tkildar zilma li ser jina heye. Li bajar rojava y tirkiy Kocael doza tecawuza li zaroka 13 sal pk hat. Li himber pnme-qanna li Iraq ya ji bo zewicandina kean di temen 9 sal de, nerazbn zde dibin.

Di dorê de nûçeyên têkildarî zilma li ser jina heye.

Li bajarê rojava yê tirkiyê  Kocaelî doza tecawuza li zaroka 13 salî pêk hat.

Li himberî pênûme-qanûna li Iraqê ya ji bo zewicandina keçan di temenê 9 salî de, nerazîbûn zêde dibin.

DOZA TECAWÎZÊ YA KEÇA 13 SALÎ O.Y
JI HEYETA DADGEHÊ BIRYAREKE DIN A SKANDAL

Li navçeya Kocaeliyê Golcukê keçeke 13 salî a bi navê O.Y rastî tecawîza 29 kesan hatibû..

Hatibû hînbûn ku di nava tecawîzkaran de, karmendên dewletê jî hebûne.

Îro doza keça 13 salî li 1.Dadgeha Cezaya Giran a Kocaeliyê pêk hat..

Heyeta dadgehê biryareke mîna skandal da û der barê 4 tecawîzkarên girtî de, cezaya girtinê a 10-12 salan da û der barê 4 kesên ku serbest dihatin darizandin de jî biryara beratê da.

LI IRAQÊ PÊNÛMEQANÛNA ZEWACA TEMENBIÇÛK
LI DIJÎ ZEWICANDINA KEÇÊN ZAROK KAMPANYA HAT DESTPÊKIRIN


Li Iraqê di 14'ê de Adarê de pênûme-qanûna ku zewaca keçên 9 salî merû dike, pêkeî meclîsa Iraqê hatibû kirin, ev demeke di rojevê de ye.

Li dijî vê yeke nerazîbûn zêde dibin.

Rêxistina "WALK FRÎ" jî der barê mijarê de daxuyaniyek da û nerazîbûn nîanda û pênûme qanûn weke kolekirina keçan û bi kar anîna wan a weke amûra seksê bi navkir..  

Ji bo ku ew pênûme qanûn neyê erêkirin û di raya gitî de xemsariyê biikînin, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin...

Li gorî agahiyên ku rewenbîr û rêxistinên Civaka sivîl didin, îxtîmaleke mezin heye ku ew pênûme li meclîsa Iraqî were qebûlkirin.

433 car hate xwendin
Parve Bike  
JIN