Mal  -  POLTKA
KURKU LI CIVNA KOMA MECLIS AXIV
Dem : 2014.04.15  19:34:15
Hevserok HDP' Erturul Krk, di axaftina xwe ya koma mecls de mijarn di rojev de nirxand. Kurku got, d bi rojevn sun pirsgirka kurd nikare were dare kirin. Kurkuy qirkirina Enfal bibran, ji bo rawestandina xendekn li dij Rojava j bang PDK' kir.

Hevserokê HDP'ê Erturul Kürkçü, di axaftina xwe ya koma meclîsê de mijarên di rojevê de nirxand.

Kurkçu got, êdî bi rojevên sunî pirsgirêka kurd nikare were îdare kirin.

Kurkçuyê qirkirina Enfalê bibîranî, ji bo rawestandina xendekên li dijî Rojava jî bangî PDK'ê kir.



KURKÇU LI CIVÎNA KOMA MECLISÊ AXIVÎ
'ÊDÎ BI ROJEVÊN SUNÎ PIRSGIRÊKA KURD NIKARE WERE ÎDARE KIRIN'

Di civîna Koma BDP'ê de vê heftê Hevserokê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, dîtina partiya xwe ya li ser mijarên di rojevê de ragihand.

Kurkçu êriên li dijî partiya wan ên di dema hilbijartinên xwecîhî de bibîrxist û got ew li ser piyan mane û hemû nirxandinên bê dîtina ertû mercên wan tên kirin axaftinên vala ne.

Kurkçu got pitî hilbijartinê karê wan ê yekemîn ku ji bo xwe ji nû ve rêxistin bikin û bibin hêviya demokrasiyê ya gelan, wê xwe di ber çavan re derbas bikin.

Beekî girîng ê axaftina Kurkçu li ser pêvajoya atiyê bû.

Kurkçu got, êdî bi rojevên sunî pirsgirêka kurd nikare were îdare kirin.

Hevserokê HDP'ê weha axivî:

KURKÇU LI CIVÎNA KOMA MECLÎSÊ AXIVÎ

''Eger ev pêvajoya Birêz Ocalan daye destpêkirin tuneba, wê ji ber sextekariyên kirine hukûmet nikariba li ser piyan maba. Gava ku mirov li van sî salên dawî dinêre, dibîne ku hemû partiyên pirsgirêka kurd çareser ne-kirine, bûne kadavrayên siyasî. Pirsgirêka Kurd êdî nikare taloqî bihareke din bibe. Çareseriya Demokratîk û atiyane aniha divê. Bi guftugoyên Serokomariyê, bi erê dewleta paralel û bi rojevên sunî îdare nabe. Êdî ew niqte derbas bûye. Pirsgirêka sereke ya vî welatî ne ew e ka wê kî li Çankayayê rûne. Meseleya rastîn pêvajoya çareseriyê ye."

Di axaftina xwe de Ertûgrul Kurkçu, li ser çêkirina qereqolên li ser sînor jî rawestiya û got divê demlidest ev yek were terikandin.

Kurkçu qirkirina Enfalê jî bibîr anî, ji bo rawestandina xendekên li dijî Rojava jî bangî PDK'ê kir.

568 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA