Ji ber zextan malbatan j ser li HD dan..
Dem : 2014.04.17  17:24:19
Di girtgehn Tirkiy de binpkirina maf mirovan di asta her jor de ye... 12 girtiyn siyas yn li girtgeha Tekrdag ev 5 mehin di yek hcrey dene girtin... Ji ber zextan malbatan j ser li HD dan..

Di girtîgehên Tirkiyê de binpêkirina mafê mirovan di asta herî jor de ye...

12 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Tekîrdagê ev 5 mehin di yek hûcreyê dene girtin...

Ji ber zextan malbatan jî serî li ÎHDê dan..



DI GIRTÎGEHÊN TIRKIYÊ DE BINPÊKIRINA MAFÊ MIROVAN
12 GIRTIYÊN SIYASÎ EV 5 MEHIN DI YEK HÛCREYÊ DE TÊNE GIRTIN


12 girtiyên ku ji doza KCK'ê têne darizandin, ji girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê sûrgûnê Sîlîvrêyê bûbûn.

Hat ragihandin ku 12 girtiyên siyasî ev 5 mehin di yek hûcreyê de têne girtin û 15 rojin nikarin malbatên xwe bibînin.

Girtiyan da zanîn, ku ew  li hemberê vê helwesta Sîlîvriyê çalakiyên xwe yên demokratîk pêk bînin û bang li raya gitî kirin da ku li himberê van pêkanînên bêhûqûqî hestiyar tevbigerin.


MALBATA GIRTIYÊ BI NAVÊ MEHMET ÎRÎN DURDU SERÎ LI ÎHD'Ê DA

 
Mehmet îrîn Durdu, girtiyê ku di girtîgeha Tîpa T a Dînara Afyonê girtiye, ev bi dehan carana daxwaznameya xwe ya sewqî diîne mûdûriyetê.

Lê ji ber ku hertim daxwaza Dûrdû bêbersîv ma yan jî nehat qebûlkirin, Dûrdû dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir.

Pitî Dûrdû dest bi greva birçîbûnê kir, malbata Dûrdû jî serî li axa ÎHD'ê ya Edeneyê da û alîkarî xwest.

Xwika Mehmet îrîn Dûrdû, Belgîn Akin, anî ziman ku ji roja birayê wê dest bi çalakiye kiriye, heta niha di yek hûcreyê de tê girtin.

TUYAD-DER:LI WANÊ JI 70 GIRTIYAN RE CEZAYÊ HÛCREYÊ HATE DAYÎN

Di girtîgeha Tîpa F ya Wanê li aliyekê sirgûnkirin û ji aliyê din jî zextên dewleta tirk didomin.

70 girtiyên siyasî ji ber ku di diwarên hewadarkirinê de qûl vekirine, cezayê hûcreyê li wan hat birîn.

Herwiha di girtîgeha Jinan a Otluyê jî  zextên dewletê didomin.

12 girtiyên jin rastî zextên psîkolojîk, tecrîd û îzolasyonê hatine.

GIRTIYÊN NEXWE
REWA ÎSMAÎL ARSLAN BER BI XETERIYÊ VE DIÇE


Girtiyê bi navê Îsmaîl Arslan di sala 1992'an de li gundê Tekdagê yê Nisêbîna Mêrdînê, pitî teqînekê hat girtin û 22 sal in girtî ye.

Ji bo dermankirinê, ev 4 meh in Arslan li girtîgeha Tîpa F-2 ya Metrîsê dihat ragirtin.

Hat ragihandin ku Arslan 6 roj berê rakirinê bea nexwiyên giran a nexwaxaneya Yavuz Selîm ya Kartalê.

Hat zanîn ku ji ber ku dereng mudaxale kirine, jiyana Arslan hê jî di xeterê de ye.

300 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJHILATA NAVN