CEJNA PASKALYAY
Dem : 2014.04.20  17:58:44
Alema Xiristiyan, ro cejna Paskalyay proz dike. Li AMed Qamiloy, civaka xiristiyan cejna xwe ya ol proz kirin.

Alema Xiristiyan, îro cejna Paskalyayê pîroz dike.

Li AMed û Qamiloyê, civaka xiristiyan cejna xwe ya olî pîroz kirin.

CEJNA PASKALYAYÊ
LI AMEDÊ DI DÊRÊN ERMENÎ Û SURYANÎ DE AYIN HATIN KIRIN


Bi wesîleya cejna Paskalyayê, li Amedê gelek kesên xiristiyan li dêra ermeniyan Surp Giragos û ya Suryanî-Keldaniyan Dêra Dayik Meryem ya qedîm kom bûn.

Hevserokên aredariya bajarê mezin a Amedê Gultan Kianak û Firat Anli jî tevlî merasima cejna welatiyên xiristiyan bûn.

Serê sibê bi lêdana Çan ango Naqosên her du Dêran Ayina xiristiyanan destpê kir û metranên dêran ji pirtûka muqeddes Încilê ayet xwendin.

Jinên ku tevlî Ayinan bûn, laçikên sipî dabûn serê xwe û duayên metran dubare kirin.

Dema ku metran ayetên ji Încîlê dixwend, Buxurdana di destê xwe ber bi Fresk ango Wêneyên Dayik Meryem û Hz. Îsa yên li dîwar hatibûn neqikirin ve hejand.

Ayina li her du dêran wê heta danê êvarê dewam bikin û zarokên nû jidayik bûbûn jî hatin waftîzkirin.

LI QAMILOYÊ JÎ WELATIYÊN XIRISTIYAN CEJNA XWE PÎROZ KIRIN


Welatiyên Xiristiyan li bajarê Qamilo ya Rojava jî Cejna Paskalya pîroz kirin.

Bi sedan welatiyên Xiristyan ji bo cejnê pîroz bikin çûn Dêr û Kenîseyan.

 Pîrozbahiya Cejinê li gorî rêûrismên olî yên Xiristiyanan hate organîzekirin.

Ji aliyê Mêtranên Dêr û Kenîseyan ve derbarê roja Hz. Îsa li çarmixê hatiye xistin, axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin, ku roja Pêygamber Îsa çarmixkirin, ew roj bû roja vejînê.

Welatiyên Xiristiyan di Cejnê de find vêxist û  ji pirtuka xwe ya pîroz ayetên olî  xwendin.

312 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJHILATA NAVN