Mal  -  POLTKA
DEMRTA : EM HEFTEYA B TEVL HDP' BIBIN
Dem : 2014.04.22  17:33:26
Civna daw ya Koma Partiy ya BDP li Meclsa Tirkiy pk hat.. Di civn de Hevserok BDP Selahattn Demrta axiv pitrast kir ku parlamentern BDP w derbas HDP' bibin

CIVÎNA KOMA BDP-HDP'Ê
DEMÎRTA GOT: EMÊ HEFTEYA BÊ TEVLÎ HDP'Ê BIBIN

Civîna dawî ya Koma Partiyê ya BDPê li Meclîsa Tirkiyê pêk hat..

Di civînê de Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrta axivî û pitrast kir ku parlamenterên BDPê wê derbasî HDP'ê bibin


Demîrta di despêka axaftina xwe de Halîl Îbrahîm Orûç ê di hilbijartinên gitî yên 2011'an de di dema protestoyên YSK'ê de ji aliyê polîsan ve hate kutin, bi bîranî.

Demîrta roja rojnamevaniya Kurd jî pîroz kir û got çawa beriya 116 salan ji ber zextên padiahê Osmanî rojnameya Kurdistanê li Qahîreyê çap bûye, îro jî rojnamevanên kurd û muxalif di girtîgehan de ne.

Demîrta wekî din bibîr xist ku pitî du rojan 24'ê Nîsanê 99 salvegera destpêka qirkirina sîstematîk a Ermenî, Rûm, Êzidî û Suryaniyan e.

Hevserokê BDPê xwest ku dewleta tirk û hukûmeta wê, ji van gelên di qirkirinê re derbas kirine lêborînê bixwazin.

Demirta li ser pêvajoya çareseriyê jî axivî û got:

"Em li bendê bûn ku ji bilî heyeta me, herwiha rewenbîr, nivîskar jî biçin giravê, lê belê, berevajî vê, çûna heyeta me jî tê astenkirin.

Demîrta bang li hukûmeta AKPê kir ku êdî hikûmet fêm bike ku pêvajo bi awayekî yekalî namee û weha axivî:

DEMÎRTA: EMÊ DEST BI PÊVAJOYA AVAKIRINÊ BIKIN


"Emê jî dest bi pêvajoya avakirinê ya yekalî bikin. Kîjan maf û azadiya me hebin, emê bi awayekî yekalî van têxin meriyetê. Emê li benda hukûmetê nemînin. Peymana der barê Rêveberiyên xwecihî yên Konseya Ewropayê ji bo me referans e. Emê nîan bidin ku ev yek titekî jê were tirsîn nîne. Hikûmet hingî çi dike ew bi xwe zane.''

Hevserokê Gitî yê BDP'ê Selahattîn Demîrta mijara yekbûna BDP-HDPê zelal kir.

Demîrta lo ser mijarê weha axivî:

DEMÎRTA: ME BIRYAR DA EM DERBASÎ HDP'Ê BIBIN


"Me biryar da ku ji hefteya pêiya me û ûnde di bin sîwaneya HDP'ê faliyetên xwe yê komê bimeînin. Armanca me ew e ku em bindestan rastil temsîl bikin, û bibin dengê wan ê hevpar. Ev biryar divê neyê wateya ku BDP tê feskirin û derbasî HDP'ê dibe. BDP wê zêdetir ji bo pirsgirêkên aborî, civakî, perwerde, tenduristiyê hewl bide. Bi vî awayî jî têkoîna xwe ya siyasî bidomîne."

Demîrta biryara qedexekriina Taksîmê ya ji bo cejna karkeran jî rexne kir û da zanîn ku ewê jî yekê gulanê li Taksîmê li cem karkeran bin.

600 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA