LI IRAQ BAR KURDISTAN HILBIJARTIN PK HAT
Dem : 2014.05.01  19:09:45
Li Bar Kurdistan Iraq hilbijartin pk hatin.

LI KERKÛKÊ DÎSA YNK BI SER KET Û KERÎM BÛ WALIYÊ BAJÊR
Li Iraqê û Baûrê Kurdistanê ji bo ku parlementer û walî û endamên meclisên bajaran hilbijêrin, gel çû ser sandoqan.

Ji bo 328 kursiyên parlementoya Iraqê 9 hezar û 39 namzed ketin pêbirkê.

Ji bo dengdanê li 50 hezar navendên cuda sandoq hatin danîn.

Li Baûrê Kurdistanê ji sala 2005'an heta niha hilbijartinên parêzgehan yanî yên walîtiyan pêk nehatibûn.

Xelkê Baûrê Kurdistanê pitî 9 salan walî û mecilsa bajar hilbijartin.

Dîsa ji bo parlementerên meclisa Bexdayê jî deng bi kar anî.

Li gorî agahiyên destpêkê namzedê YNK'ê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm bi girtina 200 hezar dengî li Iraq û Baûrê Kurdistanê bû yekem. Wekî waliyê Kerkûkê ji nû ve hate hilbijartin.

Dîsa li Helebçê ku bûye parzêgeh, walîtî kete destê YNK'ê.

Desteya bilind a Hilbijartinê jî hin agahî dan.

li Iraqê 21 miliyon û 592 hezar û 882 hilbijêr hebûn, lê tenê 12 miliyon û 165 hezar kes çûne ser sandoqan.

Li gorî vê yekê rêje û asta bedariyê li Iraqê ji sedî 60 (%60) e.

Li derveyî welat jî 165 hezar û 532 kesan dengê xwe bi kar aniye.

141 kesî jî bi îdîa ya ku di hilbijartinan de hîle û dizî çêbûne, giliyê berpirsiyaran kirin.

Li gorî agahiyên ne fermî li baûrê Kurdistanê dengê PDK'ê kêm bûne lê dîsa jî wekî partiya yekem e. Dengê YNK'ê zêde bûne û wekî partiya duyem xuya dike. Goran jî bûye sêyem.

Li Kerkûk û Helebçê jî YNK bû partiya yekem.

Tê payîn ku sibê encama fermî ya hilbijartinên Iraq û baûrê Kurdistanê bê diyarkirin.


421 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJHILATA NAVN